Kongra star ji bo malbata Berîvan Kutlu sersaxî xwest

Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbata çalakvana TJA’yê û hevşaredara berê ya Cizrê Bêrîvan Kutlu ku koça dawî kiribû, xwest.

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Bêrîvan Kutlu li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliya Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêra pêsîran dihat tedawîkirin. Ev 5 meh bûn ku Bêrîvan Kutlu li dijî nexweşiyê têdikoşiya û dihat dermankirin. Tevî dermankirinê jî Bêrîvan Kutlu jiyana xwe ji dest da.

Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbata Bêrîvan kurtlu re sersaxî xwest.

Bêrîvan Kutlu di sala 1981'ê de li gundê Navyan ê Şirnexê hatiye dinê. Bêrîvan Kutlu ji sala 2002'yan ve bi xebatên HADEP'ê di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de xebatên siyasî bi rê ve dibir. Kutlu di Hilbijartina Xwecihî ya sala 2014'an de li Bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bû hevşaredar û di sala 2017'an de qeyim tayînî şûna wê hate kirin. Ew di Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adara 2019'an de bû Hevşaredara Cizîrê. Qeyim tayînî şûna wê hat kirin û wezîfeya wê jê hate girtin. Di Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an de namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Şirnexê bû. Ji ber ku bi serneket wek hevşaredar nehat bijartin. Bêrîvan Kutlu piştre di nava TJA'yê de xebatên xwe berdewam kir.