Li peravên Lîbyayê 42 koçber winda ne

Li peravên Lîbyayê di 3’ê Mijdarê de botek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. ji 42 koçberan agahî nayê girtin.

Navenda Nûçeyan – Di 3'ê Mijdarê de bota ji bajarê Zuwarê ber bi Ewropayê ve bi rê ket û 49 koçber tê de bûn, noqî avê bû.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), diyar kir ku tenê 7 kes hatin rizgarkirin. Tê texmînkirin ku 42 kesên windabûne, jiyana xwe ji dest dane.

Bi vê bûyera dawî re hejmara koçberên ku ji destpêka sala 2025'an û vir ve li Derya Spî xeniqîn hezar kes derbas kir.