Sûcên Hûsiyan ên li Zamarê bi raporek hatin eşkerekirin
Li gorî rapora ji aliyê Tora Maf û Azadiyan a Yemenê ve hat weşandin, hat belgekirin ku Hûsiyan di 10 salên dawî de li Zamarê li dijî sivîlan 24 hezar car sûcên li dijî mafên mirovan, kuştin, revandin windakirina bi darê zorê û tecawizê kirine.
Navenda Nûçeyan – Hûsî li Yemenê li dijî sivîlan binpêkirinên cidî pêk tînin. Raporên mafên mirovan ên navneteweyî û herêmî, nîşan didin ku ev binpêkirin li gelek bajaran zêde bûne. Di nava binpêkirinan de qetilkirin, îşkence, windakirinên bi darê zorê, bikaranîna leşkerên zarok û tundiya zayendî heye.
Li gorî raporê, di navbera Çileya 2015’an û Mijdara 2025’an de ji aliyê Hûsiyan ve 24 û 827 binpêkirin hatine kirin. Di nava wan de qetilkirina 536 sivîlan, birîndarkirina 298 kesan û revandina 3 hezar û 30 kesan ku ji wan 689 kes hê di bin çavan de tên girtin. Her wiha 128 bûyerên windakirina bi darê zorê, 18 tecawiz û 274 bûyerên îşkenceyê jî hatin belgekirin.
Gelek sûcên Hûsiyan di raporê de cih girtin
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Hûsiyan 39 malan bi bombeyan hilweşandine, êrîşê zêdetirî 2 hezar û 300 malan kirine û hinek saziyên giştî veguherandine baregehên leşkerî. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Hûsiyan 4 hezar û 781 zarokên di navbera temenê 12 û 16 salî de biçek kirine û ji van 2 hezar û 19 zarok jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha 154 caran azadiya raman û çapemeniyê hatiye binpêkirin û ketiye qeydan. Di nava van binpêkirinan de desteserkirina dezgehên medyayê yên herêmî û ji welat reva bi dehan aktîvîstan ji ber zext û gefan jî cih digre.