Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan

Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç di danişîna ewil a doza xwe de bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Stenbol – Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç di danişîna ewil a doza xwe de hat berdan. Rojnamevan Sevda Perihan Erkilin ku beriya 1'ê Gulanê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 2'yê Gulanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, di danişîna yekem a doza xwe de serbest hat berdan.

Danişîna yekem a doza der barê Sevda Perihan Erkilinçê de, li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yemîn a Stenbolê hat lidarxistin. Sevda Perihan Erkilinç û parêzerê wê li salona dadgehê amade bûn.

Îtirafkar Ruzgar Kirtan, îdia kiribû ku Sevda Perihan Erkilinç ji agahî ji "endamê rêxistinê" Zekî Varol wergirtiye. Sevda Perihan Erkilinçê anî zimana ku ew îtirafkar nas nake. Zekî Varol jî ku bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû jî, got ku tu axaftineke wî ya bi vî rengî bi kesê navborî re çênebûye û Kirtan ji bo xwe xelas bike bêbextiyeke wiha kiriye.

Dozgeriyê di mutalaaya xwe de xwest ku xalên kêm bên temamkirin û doza berdewamiya girtinê kir.

Dadgehê bi biryara "kontrola edlî" biryara berdanê da.