Li Tûnisê 10’emîn Festîvala Fîlmên Mafên Mirovan dest pê kir
Li Tûnisê duh 10’emîn Festîvala Fîlmên Mafên Mirovan a Navneteweyî bi dirûşma "Maf Nayên Dabeşkirin” bi beşdariya 55 fîlmên ji 33 welatên cuda dest pê kir.
Tûnis – Li Tûnisê duh 10’emîn Festîvala Fîlmên Mafên Mirovan dest pê kir. Festîval, bi dirûşma Maf Nayên Dabeşkirin” di roja xwe ya 2’emîn de didome. Di bernameya festîvalê de 6 fîlmên dirêj ên çîrokî, 17 fîlmên kurt ên çîrokî, 9 belgefîlm, 13 belgefîlmên kurt û 10 fîlmên anîmasyon hene.
Festîvala ku ji aliyê Komeleya Entegrasyona Çandî û Perwerdeyê ya Tûnisê (ACTIFS) ve hat organîzekirin, di 11’ê Mijdarê de bi fîlma derhêner Sîda Farisî ya bi navê "Ruhê xwe di destê xwe de hilbigre û bimeşe" dest pê kir. Fîlm, ji bo fedakariya wênekêş şehîd Fatma Hasuna ya ji bo edaletê hatibû hat diyarîkirin.
‘Festîval piştgirî dide maf û têkoşîna jinan’
Dîrekotra Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Navneteweyî Rîm Ben Mansour a di festîvalê de axivî, diyar kir ku ruxmê zehmetiyên siyasî jî çalakî bi temaya "Maf Nayên Dabeşkirin" hatiye lidarxistin. Rîm Ben Mansour, destnîşan kir ku parastina mafên jinan ên ax, îfade û jiyanê, yek ji peyamên bingehîn a festîvalê ye û diyar kir ku îsal ji 33 welatan 55 fîlm tên pêşkêşkirin.
Rîm Ben Mansour, da zanîn ku piştre jî dê festîvalê di çarçoveya Kampanyaya 16 Rojên Li Dijî Tundiya li ser Jinan de bidome û diyar kir ku parastina mafên jinan ji bo hemû mirovahiyê neçariyek e û wiha got: "Jiyana jinan a bi awayekî bi rûmet û bê tundî, pisûleya me ye."
‘Hebûna jinan di nava civakê de neçariyek e’
Di vekirina festîvalê de hunermend Dorsaf El Hamdanî, strana "Rojnivîskên Jinan" ku peyamên azadî, aştî û rizgarbûnê ya ji serdestiya mêran dide, vegot. Dorsaf El Hamdanî, diyar kir ku strana têkoşîna jinan a ji bo hebûna di civakê de vedibêje, ji rêzefîlmek mafên jinan îlham girtiye. Dorsaf El Hamdanî, got: “Hebûna jinan a di civakê de neçariyek e."
Dorsaf El Hamdanî, destnîşan kir ku huner di têkoşîna mafên jinan û mirovan de rêbazeke gerdûnî ya berxwedanê ye. Dorsaf El Hamdanî, berhema helbestvanekî Filistînî ya bi navê "Em îro Vedigerin" vegot û ji bo mirovên bindest û ji cih û warên xwe bûne peyama hêviyê da.
Peyama festîvalê zelal bû. Divê têkoşîna ji bo mafên jinan û mirovan domdar be û divê huner ji bo rûmet û edaletê bibe pirek.