Welatiya Bahayî Venus Maqsûdî hat binçavkirin

Yekîneyên ewlehiyê li Urmiyeyê, bi ser mala welatiya Bahayî Venus Maqsudî de girtin û ew binçav kirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlehiyê li Urmiyeyê, bi ser mala welatiya Bahayî Venus Maqsudî de girtin û wê binçav kirin birin cihekî nediyar.

Rayedaran di dema serdegirtina malê de bi tundiyê Venus Maqsudî binçav kirin. Di dema lêgerînê de dest danîn ser alavên şexşî yên Venus Maqsusî û telefonên mêvanan. Mala dayîka Venus Maqsudî ya naxweş ku di qata jêr de bû jî lêgerîn kirin.

Der barê cihê ku birine û sedema binçavkirina Venus Maqsudî de tu agahî nehatin bidestxistin.