Li Nîjeryayê ji ber şewbê 366 kes mirin

Li Nîjeryayê, îsal 366 kes ji ber şewba menenjîtê û tayê Lassa, ku ji ajalan derbasî mirovan dibe, mirine.

Navenda Nûçeyan – Rapora ku ji aliyê Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan (NCDC) ve hatiye weşandin, krîza tenduristiyê ya li Nîjeryayê eşkere dike.

Li gorî raporê; Her çend di navbera Çile û 18’ê Gulanê de li 24 eyaletên welêt zêdebûnek di bûyerên tayê Lassa de hat dîtin jî, hat diyarkirin ku bûyerên menenjîtê li erdnîgariyek firehtir belav bûne. Di raporê de hat diyarkirin ku di navbera rojên diyarkirî de 5,118 bûyerên gumanbar ên tayê Lassa hatine ragihandin, 733 ji wan bi testên laboratîfê hatine piştrast kirin û 141 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ev dane rêjeya mirina ji ber nexweşiyê ji sedî 19,2 nîşan didin, û hejmara bûyerên nû tenê di hefteya 20’an a salê de li eyaletên Edo, Ondo û Benue yên welêt ji 3’yan zêde bûye û bûye 13.

255 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyekî din ve, di raporê de hat diyarkirin ku di vê heyamê de ji 2 hezar û 911 bûyerên gumanbar ên menenjîtê 192 kes hatine piştrastkirin û 225 kesan ji ber menenjîtê jiyana xwe ji dest dane.

Hikûmeta Nîjeryayê tedbîrên nû ji bo têkbirina menenjît heta sala 2030an ragihand.