Li Mûsilê gorekê komî ya Êzidiyan hat vekirin
Li Goristana Xesfe ya Musilê gorek komî hate vekirin, tê texmînkirin ku di gora komî de hestiyên Êzidiyan hebin ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî medya Iraqê li parêzgeha Mûsilê gorek komî hate vekirin ku tê texmînkirin ew gor ya di dema komkujiya DAIŞ’ê debe.
Çavkaniyê ragihand ku danê siharê tîmên taybet li Goristana Xesfe ya Mûsilê gorek komî vekirine û tê gotin cenazeyê gelek kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin tê de ye. Li gorî heman çavkaniyê gora komî ya hatî vekirin, yek ji gorên herî mezin ya bi kom e.
Tê gotin dibe ku hestiyên di gora komî de hemû jî yên welatiyên Êzidî bin ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi komî hatibin qetilkirin.
Piştî ku hestî hatin derxistin, wê ji bo tespîtkirina nasnameyan bişînin tiba edlî ya Bexdayê.
Hêjayî gotinê ye çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de beşek mezin ji xaka Iraqê dagirkiribû û bi taybet jî berê xwe da bûn Şengalê. Çeteyan bi hezaran kes revandibûn û bi sedan kes jî qetilkiribûn. Hîn jî bi dehan gorên komî yên Êzidiyan hene û nehatine vekirin.