Jinên Kobanê ji bo nîqaşkirina pergala komunal lihev civiyan
Meclîsa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di derbarê girîgî û rola jin di avakirina civakeke komunal de komxebat li darxist.

Kobanê – Meclîsa jin a PYD’ê a kantona Firatê komxebateke li ser pergala komunan birêxistinkirin.
Meclîsa Jin a PYD’ê ku komxebat li navenda xwe ya li bajar lidarxist. Nûner û endamên sazî, rêxistin û tevgerên jinan beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre berdevka Meclîsa Jin a PYD’ê Bedîya Hiso girîngiya komxebatê û pêşxistina sîstema komunan nirxand.
Komxebat li ser du beşan birêve çû, di beşa yekemîn de ku ji aliyê endama PYD’ê Leyla Ehemed ve bi mijara pirsgirêk û astengiyên ku jin di nava civakê û komunan de jiyan dikin hat birêvebirin.
Di beşa duyemîn a ku ji aliyê rêveberiya PYD’ê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Sureye Mustefa ve hat nirxandin, rola jinan di avakirina pergala komunan û girîngiya hebûna jinan di rêxistinkirina civakê de pêşkêş kir.
Piştî ku herdû beşên komxebatê hatin vegotin, herî dawî jinên amade nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê çawaniya pêşxistina rola jinan di avakirina sîstema komunan de anîn ziman.