'Neteweya demokratîk çand û nasnameya gelan dixe bin temînatê'

Hevseroka Encumena Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sîham Qeryo tekez kir ku Xirîstiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya pergala neteweya demokratîk nasname û çanda xwe diparêzin.

NÛR EL-EHEMD

Reqa – Ji destpêka şerê Sûriyeyê ve, gelek civak bûn hedefên sereke yên rejîmên otorîter ên li dijî şoreşa gelê Sûriyeyê. Ol û mezhebên cuda hatin hedefgirtin. Armanc ew bû ku ol û mezheban ji hev dûr bixin û cudahiyê di navbera wan de ava bikin. Li Sûriyeyê gelek mezheb û bawerî dibin hedef, hem li herêmên di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de, hem jî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê de. 

Pêkhateya Xiristiyan ku weke yek ji girîngtirîn gelên damezrîner ên şaristaniyê li Sûriyeyê tê hesibandin, bi awayekî sîstematîk rastî êrîşan hatiye û hê jî tê lê ji dema ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê herêmê kontrol kiriye ve, Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye modelek cihêreng ku mafên hemûyan dixe bin temînatê.

Pergala neteweya demokratîk gaveke dîrokî ye

Hevseroka Encumena Gelên Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sîham Qeryo ku bi xwe Xirîstiyan e tekez kir ku pêkanîna pergala neteweya demokratîk ku li ser bingeha jiyana hevbeş e gaveke dîrokî di jiyana mezheb û olên herêmê de ye bi taybetî di pêkhateya Xirîstiyan de ye. Ji ber ku ew hemû çandên herêmê diparêze, di heman demê de cihên olî û dêran zindî dike.

Desteya Çand û Şûnwaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2022'an de Dêra Katolîk a Ermeniyan restore kir û naverok û perestgehên wê vegerand.

Dîroka Xirîstiyanan

Sîham Qeryo der barê dîroka Xirîstiyanan de wiha axivî: "Ola Xiristiyaniyê ji du hezar û 25 salan kevintir e. Şaristaniya Xirîstiyaniyê 539 sal berî jidayikbûna Îsa Mesîh hatiye damezrandin û heta roja îro berdewam kiriye. Ji wan re Aramî dihat gotin û navê wan dabeşî 7 navan bûn; Aramî, Keldanî, Aşûrî, Suryanî, Melkî, Yaqûbî û Mehlamî. Piştî sala 1915'an li gundê Mêrdînê, Aramî bûn Xiristiyan. Mezheb tenê di navan de ji hev cuda bûn. Aramiyan di seranserê dîrokê de împaratoriyên xwe ava kirin, di nav de împaratoriyên Asûrî, Keldanî û Akadî, ku ji Deşta Nînowa ya Iraqê heta Sûriyeyê dest pê dikir. Lê şerên navneteweyî bûn sedema talankirina şûnwaran û firotina wan li welatên biyanî heta ku ew împaratorî ji holê rabûn."

Pêkhateya Xirîstiyan yek ji gelên herî kevn ê bi kok û resen e

Sîham Qeyro bal kişand ser koçberbûna Xirîstiyanan û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Ew li Urdun, Lubnan û Filistînê hene û li gelek bajarên Sûriyeyê, bi taybetî li Wadî El-Nasara li Humsê, belav bûne. Ew weke yek ji kevintirîn û xwecihtirîn gelên Sûriyeyê tên hesibandin ku di navbera çemên Dîcle û Firatê de bi cih bûne. Lê weke encamek pratîkên dûrxistinê yên desthilatdariyên li pey hev, beşek mezin ji wan bi taybetî ji Sûriyeyê koçber bûn. Gelê Xirîstiyan bi saya pîşeyên xwe yên di warên hunerên destan de dihatin nasîn. Nasnameya wan a çandî û zimanê wan ê dayikê heye ku ew hê jî diparêzin. Her wiha şaristaniya wan a dîrokî û pirtûkên olî hene ku di demên kevnar de roleke dîrokî ya girîng lîstine."

Adet û kevneşopiyên Xirîstiyanan

Sîham Qeyro di nava gotinên xwe de bal kişand ser adetên Xirîstiyanan û wiha domand: "Yekşem ji bo Xirîstiyanan rojeke îbadetê ye ku tê de îbadetkar li pişt mînberê dicivin û li ser kursiyan rûdinin keşîş li ser wê radiweste û nimêjan rêberî dike. Di dêrê de pirtûkên Încîl û çend wêneyên jidayikbûna Îsa Mesîh û xwarina wî ya dawî bi 12 şagirtên xwe re berî hilkişîna wî ya ezmanan her wiha wêneyên wî yê çawa hatiye xaçkirin û îşkencekirin û tasên bi navê 'Çira' hene. Xelk diçin vê tasê ger ew dixwazin tiştek bipirsin, dua bikin, an jî ji Meryema Keçik parastinê bixwazin, bi vêxistina mûman li ber wê. Ew bi pirsînê dest pê dikin, bawer dikin ku ew ji hêla giyanî ve piştgirî û alîkariya wan dike. Incîl jî du guhertoyên wê hene, peymana Kevin û Nû ve."

Jenosîdên ku Xirîstiyan pê re rûbirû mane

Sîham Qeryo tekez kir ku di dirêjahiya serdeman de Xirîstiyan bi gelek komkujî û hewldanên tunekirinê re rûbirû mane û wiha pê de çû: "Tunekirina yekem di sala 1933'an de pêk hat, dema ku Xirîstiyanên bajarê Nînowa yê Iraqê ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve rastî êrîşê hatin. Komkujî û jenosîd li dijî wan hatin kirin û 259 kes hatin kuştin û revandin, piraniya wan jin û zarok bûn û kujeran ji bo serbestberdana wan fîdye xwestin. Piştî ku ava çem bi tevahî hat qutkirin, ew bi zorê ji gundên xwe yên li qeraxên Çemê Xabûrê hatin koçberkirin. Piştre ew ber bi bajarê Hesekê, herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve çûn. Li wir bi cih bûn, gund ava kirin û navê gundên xwe yên li Nînowayê danîn, bi hêviya ku vegerin cem wan, tevî guhertinên demografîk ên ku hê jî li wir tên kirin. Di sala 2014'an de piştî ku DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kir, li dijî pêkhateya Xirîstiyan jenosîd pêk hat, bi îdiaya ku ew kafir in, gelek malbat koçî derveyî Sûriyeyê bûn. Li Reqayê her 3 dêr hatin talankirin, şûnwarên wan hatin dizîn û pirtûkên olî hatin şewitandin."

'Rêveberiya Xweser modelek piralî ye'

Sîham Qeryo bal kişand ser modela Rêveberiya Xweser a li herêmê û got: "Bi rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ'ê di sala 2017'an de, modelek piralî hat pejirandin ku cihêrengiya etnîkî û mezhebî dihewîne û piştgirî dike, ew jî Rêveberiya Xweser bû. Ew li ser bingeha Hevpeyamana Civakî ku bi destûrî û zagonî azadî û mafên hemû pêkhateyan diparêze, hat avakirin. Ev ji bo civakên herêmê piştî dehsalan ji paşguhkirin û cudakariyê deriyek ji bo rizgariyê û jiyana nû bû. Xirîstiyanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hebûn, nasname û çanda xwe tên nasîn û maf û rêûresmên xwe yên olî bi rehetî, bê qedexe û înkarkirinê pêk tînin.

'Erka me parastina hebûn nasname û çandê ye'

Sîham Qeryo gotinên xwe bi tekezkirina vê yekê bi dawî kir: "Civaka Suryanî ya li herêmê ji bo vegerandina hemû milkên dêran, tevî berhemên dîrokî û pirtûkên olî û vejandina rêûresmên me yên olî dixebite. Her wiha em bang li Xirîstiyanan jî dikin ku vegerin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dêran ji nû ve ava bikin. Ev erd a her kesê ye û erka me ye ku em hebûn, nasname û çanda xwe ya olî biparêzin."