Cezayên girtîgehê yê 6 jinên Bahaî hate erê kirin
Cezayê girtîgehê ya 38 sal û 11 meh ya der barê 6 jinên Bahaî yên li bajarê Hamedanê ya Îranê dijîn ku di sala 2023’an de hatibûn girtin û bi kefalet hatibûn berdan de hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Hamedanê ve hate erê kirin.

Navenda Nûçeyan – Cezayê girtîgehê ya 38 sal û 11 meh ya der barê 6 jinên baweriyên Bahaî yên li bajarê Hamedenê ya li Îranê dijîn de hatibû dayîn, di 11’ê Tebaxê de ji aliyê Şaxa 11’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Hamedanê ve hate erê kirin.
Dadgeh, bêyî ku roja danişînê diyar dike û agahî bide parêzeran biryar girt. Navê jinên ceza girtinê wiha ye: Neda Mohebî, Atefeh Zahedî, Ferîde Eyûbî, Nora Eyûbî, Zarîn Doxt Ahadzade û Jaleh Rezayî.