Girtiyên siyasî bi xetereya wergirtina zarokên xwe re rû bi rû ne
Berpirsên Girtîgeha Qerçek û Evînê ya li Tehranê gef li 4 girtiyên siyasî yên Kurd xwar ku yan wê zarokên xwe radestî malbatên xwe bikin yan jî wê ew bi xwe radestî saziyên çavdêriya zarokan bikin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, têkildarî rewşa du girtiyên jinê yên siyasî yên li Girtîgeha Qerçek agahî da. Tora Mafê Mirovan ragihand ku berpirsên Girtîgeha Qerçek û Evînê ya li Tehranê 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên Bakurê Kurdistanê hatine agahdarkirin yan wê zarokên xwe radestî malbatên xwe bikin yan jî wê ew bi xwe radestî saziyên çavdêriya zarokan bikin.
Torê da xuyakirin ku malbatên wan çar girtina li Bakurê Kurdistanê dijîn û got: “Meha Gulanê Liqa 15’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ku bi Serokatiya Dadger bi tohmeta ‘Endamtiya komên dijber’ ji bo her yekê 5 salan cezayê girtîgehê hate birîn.”
Çi bûbû?
Rojda Sedûn û Safiye Tosun li gel hevjînên xwe yên bi navê Mezlûm Arlî û Fesîh Karataş li gel du zarokên xwe yên biçûk ji 24’ê Tîrmeha 2024’an ve li bajarê Tewrîz ya Îranê bê biryara dadgehê hatin girtin, piştre jî şandin girtîgeha Sine. Piştre 27’ê Çileya îsal şandin Girtîgeha Evîn. Rojda Sedûn û Safiye Tosun jî, li gel du zarokên xwe yên sê salî li beşa dayîkan ya Qerçaxê ya li Kerecê tên ragirtin.
Hevjînê herduyan Mezlûm Arli û Fasîh Karataş jî li Girtîgeha Evîn ya Tehranê ne.