Li Efganistana Roja Cîhanî ya Zarokên Keç: Jinbûn sûc e

Di van rojên pîrozkirina roja zarokên keç de, li Efganistanê bi hezaran jin hê jî li pişt deriyên girtî hatine hiştin; li vê derê perwerde, xebat, heta bêhngirtin jî luksek e.

BAHARAN LEHÎB

Tahar – Duh Roja Zarokên Keç a Cîhanê bû. Ji saetên serê sibehê ve, li ser medyaya civakî, peyamên bi hêvî û rengîn hatin weşandin lê di navbera van hemû dîmenan de, hişê min li ser zarokên keç ên Efgan ku mafê wan tune ye biçin dibistanê bû. Ez li wan çavên wan ên ku ji pişt şibakên girtî yên malên xwe li cîhana ku ji her tiştî bêpar mane difikirîm.

Di ser hatina Talîbanê ya desthilatdariyê de çar sal derbas bûn û di nava van çar salan de, her roj li ser çarenûsa zarokên keç nûçeyên nexweş hebûn. Zarokên keç ên bi sûcdariya “negirtina serê xwe” biçûk dihatin xistin, rastî tacîz an jî tecawizê dihatin, carna jî ji malên xwe qet venedigeriyan… Keçên ku ji ber xwestibûn biaxivin, îro navê wan di nava girtiyan an jî lîsteya windayan de ne…

Dema ku em li dîroka Efganistanê dinêrin, dibînin ku ev êş nû nîn e. Bi şer, siyaset, ol û kevneşopiyan jin û zarok bûne qurbanên yekem. Hikumetên kûkla, bi zagon û çekan; civaka baviksalar jî bi têgehên “namûs” û “şerm” jiyana jinan bi zincîran qedexe kiriye. Li mal, dibistan û kolanê tu cih ji bo wan bi ewle nebûye.0

Bi gotina jinên Efgan: Li Efganistanê jinbûn sûcê herî mezin e

Tevî van hemû zextan jî jinên Efgan bêdeng nebûn. Her çendî dîwar bilind, tirs mezin be jî; hê jî ji pişt her deriyê dengê berxwedanê olan dide.

Ez îro bi Rahêle Nûr a li Efganistanê dijî û keçek ciwan e re axivîm. Dengê wê hêmin bû, lê gotinên wê birîndar bûn. Ji min re wiha got: “Roja Jinan, Roja Dayîkan, Roja Zarokên Keç… Li Efganistanê ev tenê bi gotinan tên pîrozkirin. Ji bo me tu tişt neguherî. Ez xwe di nava çar dîwarên mala xwe de dîl hîs dikim; ez bi zextên piralî re şer dikim û di vî şerî de pir zoriyê dikşînim. Ez naxwazim tu kes vê rojê li min pîroz bike yan jî diyarî bîne. Tenê bila destûr bidin ez di nava aramiyê de bijîm û bêhnê bigrim. Bila min tenê bi gotinên karê male û anîna zarokan pênase nekin.”

‘Di dilê bi hezaran keçên ciwan de ev hevok deng vedidin’

Dema ku min li gotinên wê guhdarî kir, hîs kir ku di dilê bi hezaran keçên ciwan de ev hevok deng vedidin. Di dilê keçên ciwan ên ku ji zarokatiya xwe ve hînî bêdengiyê bûne lê di nava xwe de qîrîneke ku nayê bêdengkirin dihewînin.

Li Efganistanê Roja Zarokên Keç a Cîhanê, pîrozbahiyek nîn e, roja ku tê bîra mirovan e; bîra êş û berxwedanê. Li welatekî ku zarokên keç, ji mafên xwe yên xebat û azadiyê bêpar hatine hiştin, wateya pîrozkirina vê rojê nemaye lê tevî hemû tarîtiyê jî; hê jî dengê keçên Efgan derdikeve. Di nava bêdengiyê de jî banga ji bo azadî û mirovahiyê di dilê xwe de dihewînin.