Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 319 û êrîş didomin

Di êrîşa duh a li Esfehanê de yekîneyeke pîşesaziyê hat hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de hinek karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji destpêka êrîşên li ser Îranê ve heta niha jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 319.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên hevpar ên Îsraîl-DYE’yê li dijî Îranê ketin roja xwe ya 15’an. Îro 15’ê Adarê roja Yekşemê di saetên sibehê de Tehran, Esfehan, Şîraz, Buşehr û hinek bajarên din ên Îranê bûn hedefa êrîşan. Li gel domandina êrîşan hejmara miriyan jî zêde dibe.

Li gorî nûçeyên ku ji aliyê medyaya xwecihî ya Îranê ve hatin weşandin, di êrîşa duh a li dijî Esfehanê de yekîneyeke pîşesaziyê hat hedefgirtin û di encama vê êrîşê de hinek karkeran jiyana xwe ji dest dan. Alîkarê Waliyê Esfehanê ragihand ku di encama êrîşê de zêdetirî 15 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din li gorî rapora HRANA’yê, di 24 saetan de, li 18 eyaletên Îranê bi giştî di çarçoveya 94 bûyeran de, herî kêm 285 êrîş hatine qeydkirin. Di encama van êrîşan de 30 kesên ku ji leşker û sivîlan pêk tên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gorî raporê, ji saetên destpêkê yên sibeh 14’ê Adara 2026’an ve heta dawiya rojê, herî kêm 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 4 sivîl birîndar bûn. Bi vî awayî ji destpêka êrîşên li dijî Îranê ve heta niha hejmara miriyan bû hezar û 319, ji wana herî kêm 206 kes zarok in. Her wiha hezar û 122 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Hê nayê zanîn ka 599 mirî leşker in an sivîl.