Şerê Îsraîl-DYE û Îranê di roja 16’an deye: Rageşiya li herêmê zêde dibe
Êrîşên di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de ev 16 roje didome, ev êrîş belavî erdnîgariyek berfireh bûye. Li bajarên Îranê teqîn tên jiyîn, welatên kendavê û beregehên leşkerî yên li herêmê ketine rewşa alarmê.
Navenda Nûçeyan – Êrîşên di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de ev 16 roje didome, pevçûn tenê bi hedefên leşkerî sînordar nabûye, belavî bînesaziyên enerjiyê û qadên aboriyê bûye. Li Tahran, Esfehan û Şîrazê teqînên li pey hev tên jiyîn, welatên kendavê û baregehên DYE’ê yên li herêmê ji ber bandora rageşiyê ketine rewşa alarmê.
Êrîşên dijî hevdû yên di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de di roja 16’an de didome, ji xalên cûda yên Rojhilata Navîn nûçeyên êrîşên li dijî hev tên. Hate diyarkirin ku bi taybet di saetên şevê de êrîşên hewayî dijwar dibin.
Bajarên Îranê hatin hedefgirtin
Yek ji bajarên ku êrîş bi tundî lê tên jiyîn Tahrane. Hate diyarkirin ku li Bulwara Aban û derdora Cadeya Racayî li pey hev 5 teqîn çêbûn. Li herêma Bamdad, teqîn hatin jiyîn.
Piştî Tahranê yek ji bajarên herî zêde bûye hedefa êrîşan li Esfehanê, êrîşên dijwar hatin jiyîn. Li herêmên Şahinşehr û Havaniroz ya bajar, zêdeyî 20 teqîn çêbûn. Li Şîrazê jî herêma pîşesaziyê ya aborî, balefirgeh û hinek xalên leşkerî 17 teqîn rûdan.
Qadên petrol û enerjiyê di hedefan deye
Hate diyarkirin ku DYE, hedefên leşkerî ya li yek ji navendên herî girîng ê îxracata petrolê ya Îranê, Greva Kharg, kir hedef. Hate îdeakirin ku di êrîşê de zêdeyî 90 xalên leşkerî hatine hedefgirtin.
Tê gotin ku li hemberî vê, Îranê li dijî keştî û tankerên ku hewl dane ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, êrîş pêkaniye. Ajansa nûçeyan a Fars a fermî ya Îranê, lîsteyek a şîrketên malî, pîşesazî û enerjî ya li herêmê girêdayî DYE, weşand û ragihand ku ev xal ji bo Hêzên bi çek ên Îranê wê bibin hedefên rewa.
Êrîşên li dijî hev û rageşiya li herêmê
Îran li hemberî êrîşên Îsraîl-DYE, li navenda Îsraîlê bi fuzeya balîstîk êrîş pêkanî. Hejmarek zêde ya fuzeyên ku ji Îranê hatin avêtin, herêmên navend ên Îsraîl kir hedef. Hate diyarkirin ku Hizbullahê tevahî şevê li dijî Îsraîl êrîş pêkanî.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand ku, di êrîşek li dijî Tahranê pêkanî de, du rayedarên asta jor ên îstixbaratê Abdullah Celalî-Nasab û Emîr Şariat kuştine. Îsraîl diyar kir ku ev nav di rêveberiya îstixbarata navend ya fermandariya havkerê Hatam el-Enbiya de erk dikirin.
Muhafizên Şoreşa Îranê daxuyaniyê tund dan, serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu kir hedef û peyama ku dê êrîş bidomin da.
Li welatên Kendavê alarm
Badorên şer belavî welatên Kendavê bû. Hate diyarkirin ku li peytexta Bahreyn Manama teqînên bihêz hatin jiyîn. Rêveberiya Bahreyn ragihand ku ji destpêka şer heta niha 125 fuze û 203 balefirên bê mirov ên Îranê asteng kirine.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî, ragihand ku 10 balefirên bê mirov ku Riyad û rojavayê welat dikir hedef îmha kirine. Yekîtiya Emîrtiyên Ereb jî ragihand ku pergala wan a parastina hewayê hinek fuze û dron bê bandor kirine.
Şeva Şemiyê, baregehek leşkerî li nêzî balefirgeha Navneteweyî ya Bexda bû hedefa balefira bê mirov. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku dron ji derveyî diwar ketiye û bûye sedemê şewata di depoyan de.
Daxuyaniyên siyasî û dîplomasî
Serokê DYE Donald Trump, banga pêkanîna derbasbûna bi ewle ji bo welatên ji Tengava Hurmiz petrolê tedarîk dike kir. Trump îdea kir ku DYE, Îran di aliyê leşkerî û aborî de binxistiye û da zanîn ku pirsgirkên di petrolê de çêbûnê wê di demek nêz de çareser bikin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Arakçî da zanîn ku Tengava Hurmiz vekiriye, tenê keştiyên girêdayî Îsraîl û DYE tên astengkirin. Abbas Arakçî her wiha diyar kir ku hevkariya wan a leşkerî bi Rusya û Çînê re didome û parvekirinên îstixbaratî didome.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî diyar kir ku li gel hevpîşeyê xwe yê Îranê hevdîtin kiriye û îfade kir ku di mijara êrîşên fuzeya balistîk de Tahran berpirsyartî qebul nekirine û lê belê daneyên teknîk lêkolîn dikin.
Li herêmê metirsiya berfirehiya şer
Hate diyarkirin ku pevçûn belavî Libnanê jî bûne. Artêşa Îsraîl, li başûrê Libnanê nêzî 50 cih bi dron û topan kiriye hedef, Hizbullah diyar kir ku li dijî Îsraîlê 47 êrîşên leşkerî pêkanine.
Li aliyê din Koreya başûr, ragihand ku ji ber şer 204 welatiyên wan ên li Rojhilata Navîn asê mabûn bi balefirên şer tehliye kirine. Hate diyarkirin ku Belfirgeha Navneteweyî ya Kuwêtê, di êrîşa dronan de pergala wê ya radarê ziyan ditiye.
Êrîşên li herêmê li pey hev tên, pevçûnên ku di xeta Îsraîl-DYE û Îranê de, îşaret bi wê yekê dike ku metirsiya vegere şerek herêmê hê berfirehtir, zêde dibe dike.