Di encamê êrişan de dayîk û zaroka wê jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîl-DYE li dijî Îranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Îlamê zarokek 6 mehî di navde ji heman malbatê 6 kes, li Kirmanşanê jî dayîkek û zaroka xwe ya 2 salî di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên hevpar ên Îsraîl-DYE li dijî Îranê di roja 15’an de didome. Şeva 14’ê Adarê û sibeha 15’ê Adarê, Îsraîl-DYE’ê li gelek xalên stratejîk ên herêmên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê êrîşên hewayî pêkanî.

Di roja 15’an a şer de windahiyên giran ên sivîl li bajarên Îlam û Kirmanşanê hatin jiyîn. Sibeha şemiyê avahiyek a sivîlan li taxa Cehadê ya navçeya Eywanê ya bajarê Îlamê bû hedefa êrîşa hewayî. Alîkarî Waliyê Îlamê ragihand ku, di êrîşê de zarokek 6 mehî di nav de ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li navenda bajar a Kirmanşanê, qada petrolê bû hedefa êrîşan. Divê êrîşê de dayîka bi navê Faîze Reyhanî û zaroka wê ya 2 salî Ebra Carfî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li navçeya Ravansar a girêdayî Kirmanşanê Kiyan Muradî ya 15 salî di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da.