Li kampa Bacid şewat
Li kampa Bacid Kendala ya li ser sînorê îdara serbixwe ya Zaxoyê, şewat derket. Di encamê de du konên penaberên Êzidî bi temamî şewitîn û du jinên Êzidî bi giranî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku li kama Bacid Kendala ya ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê, şewat derket. Li gorî agahiyan, agir ji ber temasa elektirîkê çêbûye û di encamê de du kon bi temamî şewitîne, her wiha du jinên ku di nava konan de bûn şewitîne û birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneyê; hat ragihandin ku rewşa tenduristiya yek ji wan jinan girane.
Ev bûyera şewatê ya li kampên civaka Êzidî ne cara yekem tê jiyîn, ev 11’ salnin gelê Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê de di nava şert û mercên dijwarde dijîn. Ev rewşên bi vî rengî dide diyarkrin ku jiyana gelê di kampande, di bin xeteriyên ewheliyê dene.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kampên Başûrê Kurdistanê zêdeyî 10 hezar koçberên Şengalî dijîn. Tevî ku sal derbas dibin jî, heta niha rê nayê dayîn ku ev koçber vegerin ser cih û warên xwe yên li Şengalê û bi vî rengî di nava jiyaneke nediyar û di bin metirsiya rûdanên wekî şewat û sermayê de tên hiştin.