Rêveberiya Kobanê bi Waliyê Helebê re civiya
Rêveberiya Kobanê ku bi şandeyek ji Walîtiya Helebê re civiya, diyar kir ku wan ji vegerê bigre heya ewlehiyê gelek mijar nîqaş kirine.
Navenda Nûçeyan- Şandeyek ji Kobanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh bi şandeyek ji Parêzgeha Helebê re civiya. Rêveberiya Kobanê piştî civînê vegeriya.
Şande ji ANHA’yê re li ser civînê axivî. Endamê şandeyê Ebdulrehman Demîr diyar kir ku zimanê lihevhatin û diyalogê derketiye pêş û wiha got: “Me xwest ku em paşerojê li dû xwe bihêlin û rûpelek nû vekin. Em dixwazin bi hev re Kobanê birêve bibin û ewlehî û saziyên wê bi hev re birêve bibin.”
Mizgîn Xelîl jî derbarê civînê de wiha got: “Em li ser vexwendina Walîtiya Helebê çûn. Yek ji bendên peymana ku di 30’ê Çileyê de hat kirin ev bû ku Kobanê dê ji hêla rêveberî û pergala ewlehiyê ve, bi statuya xwe ya berê, di bin bana Walîtiya Helebê de bimîne. Ji ber vê yekê, em cara yekem çûn Parêzgeha Helebê da ku pirsgirêkan çareser bikin.”
Mizgîn Xelîl her wiha got, “Hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta Şamê yên ku li deverên gundewarî yên Kobanê bicîh bûne, divê ji herêmê vekişin da ku xelkê Kobanê yê koçber bi ewlehî vegerin gundên xwe. Her wiha, şert û mercên dorpêçkirinê, pêdiviyên rojane, pirsgirêkên girîng ên wekî av û elektrîkê û gelek pirsgirêkên din jî hatin nîqaşkirin.”