Li Suweydayê pevçûn rû dan
Tevî agirbesta ku di nîvê sala borî de hatibû ragihandin jî, deverên bicihbûnê yên li bakurê rojavayê bajêr, ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam ve bi topên hewanê û çekên giran hatin hedefgirtin.
Suweyda- Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku hêzên rêveberiya demkî ku li bajarokên Rîma Hazim, Mensûra û Welga bi cih bûne, bi guleyên hawanê doçkayan êrîşî rojava û bakurê rojavayê bajarê Suweydayê kirine.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Suweydayê, piştrast kir ku deverên rojava û bakur-rojavayê bajêr rastî topbaranê hatine û diyar kir ku ji bo parastina sivîlan tedbîrên guncaw girtine.
Pevçûn bi taybetî li ser navenda rojava dijwartir bû; çeteyan bi bajarokên Etîl û Selîm ên rojavayê Suweydayê bipêş ketin û nêzî derdora bajêr bûn. Hate ragihandin ku topbaranê zirara madî ya girîng da gelek mal, milkên taybet û wesayîtên sivîlan, lê kes nemiriye.
Fermandariyê, destnîşan kir her êrîşek ku sivîlan hedef digre an jî gef li ewlehiya çiyê dixwe, dê bi bersiveke dijwar re rû bi rû bimîne û biryardariya xwe ya ji bo dubare nebûna êrîşan anî ziman.
Çavkaniyên herêmî, destnîşan dikin ku her çend armanca agirbesta Suweydayê kêmkirina çalakiyên leşkerî û parastina deverên niştecihbûnê bû jî, peyman tenê di asta gotinê de maye. Ev rewş, rageşiya li hundir û derdora bajêr didomîne û îhtîmala zêdebûna leşkerî dîsa tîne rojevê.