Parlamentera PE Assita Kanko: Tevî agirbestan li Kobanê binpêkirin didomin

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Assita Kanko diyar kir ku Kurd tenê hatine hiştin û ev hişyarî da û got: “Man û nemana Kurdan îmtîhana biryardariya me ye. Dibe ku ev terorîst rojekê li deriyê me bixin.”

Navenda Nûçeyan- Assita Kanko ya ku endama Tevgera Flaman a Nû (N-VA) ya Belçîkayê ye, destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd rasterast dibin hedef û divê Ewropa helwesteke zelal û biryardar nîşan bide.  

Assita Kanko wiha got: “Îro Kurdên Sûriyeyê bi tenê ne, ji aliyê me ve hatine terkirin. Gelê Kurd bi salan di refên herî pêş de li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Ev ji bo azadiya me kirin. Ji bo parastina ewlehiya me ya hevpar a li Ewropa û derveyî wê, ne tenê ji bo civaka xwe, bi hezaran can dan.” 

‘Jinan di refên pêş ên vê têkoşînê de cih girtine’ 

Assita Kanko da zanîn ku Kurd li dijî pêkhateyên cîhadîst ên ku jinan dikin kole, Êzidiyan zindî dişewitînin û bi serjêkirinê hêzê digirin mutefîkên Ewropayê ne û got: “Ew mutefîkên me bûn li dijî terorîstên ku jinan dikin kole, Êzidiyan zindî dişewitînin û ji bo li hin herêmên Sûriyeyê hêzê bi dest bixin seran jê dikin. Gelo em ewqas sist bûne ku em çavên xwe ji tunekirina mutefîkên xwe re bigirin?” Assita Kanko bi bîr xist ku jin di refên pêş ên vê têkoşînê de cih girtine û got: “Wan ji bo me şer kir; di nav wan de jinên ku ji bo me di refên herî pêş de bûn jî hebûn.” 

Assita Kanko diyar kir ku destkeftiyên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin xetereyeke mezin de ne û got ku pêşveçûna hikûmeta demkî , destdanîna ser axê û nêzîkatiyên ku belavkirina xweseriya Kurdan dikin hedef, îstîqrara hesas dixe metirsiyê. Assita Kanko anî ziman ku dîmenên hefteyên dawî derketine holê raya giştî ya cîhanê hejandiye û wiha axivî: “Bombebarankirina bêserûber a taxên Kurdan, kolekirina jinan, înfazkirina dîlên şer û vekirina girtîgehên ku cîhadîst tê de ne, divê mijarên sereke bin ku em bala xwe bidin ser.” 

Dibe ev terorîst rojekê li deriyê me bixin’ 

Assita Kanko destnîşan kir ku ev geşedan ji bo Ewropayê jî gefeke rasterast e û got: “Dibe ku ev terorîst rojekê li deriyê me bixin. Beriya du hefteyan li ber deriyê Reqayê hildana ala DAIŞ’ê, hişyariyeke tirsnok bû ku divê em rabin ser piyan û bikevin nav tevgerê.” Assita Kanko diyar kir ku tevî agirbestan jî li derdora Kobanê binpêkirin berdewam dikin û got ku modela rêveberiya berfireh a li ser bingeha mafên jinan û parastina kêmneteweyan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye. 

Divê Ewropa bi biryardarî tevbigere’ 

Assita Kanko bang li Ewropayê kir û wiha got: “Em nikarin kesên ku li dijî dijminên me yên hevpar şer dikin bi tenê bihêlin. Divê Ewropa bi biryardarî tevbigere. Bêdengî û bêçalakî li hemberî vê metirsiyê îxaneta li nirxên azadî, rûmeta mirovî û piştgiriyê ye û me hemûyan dixe metirsiyê. Kurd daxwaza ewlehî, naskirin û pêşerojeke dûrî zilmê dikin. Beriya ku dereng bibe dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropayê bêyî dudilî li cem Kurdan bisekine. Man û nemana wan îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna wan tê wateya mayîna DAIŞ’ê. Em vê naxwazin.” 

Assita Kanko her wiha destnîşan kir ku wekî endama Parlamentoya Ewropayê dê her dem li cem vê têkoşînê be.