Li îdirê jinek hate qetilkirin
Welatiya bi navê Ceren Işik a 28 salî, li taxa Baglarê ya Îdirê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê kesek hate binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Li Taxa Baglarê ya bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê jinek hate qetilkirin. Piştî dengê tifingê yê di daîreyeke apartmanê de hate bihîstin, welatiyan agahî dan polîsan. Dema polîs çûn daîreyê cenazeyê Ceren Işik a 28 salî dîtin. Kesê ku tê gotin kiryare, hate binçavkirin.
Cenazeyê Ceren Işik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.