Çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya 1089’an de didome

Dayîkên Şemiyê vê hefteyê carek din dubare kirin ku ew ê dev ji heqîqetê bernedin, daxwaza lêpirsînek bi bandor derberê aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltu de kirin.

Navenda Nûçeyan- Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku li ser aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de winda bûne bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin, vê hefteyê çalakiya xwe ya 1089'emîn li dar xistin. Gelek kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên windayan û qurnefîlên sor hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Şîrîn Maltu (17) ku di 31'ê Çileya 1995'an de li Elihê hate binçavkirin û windakirin hat gotin.

Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê û endama Komîsyona Windayan ya Şaxa ÎHDa Stenbolê Zeynep Yildiz ve hat xwendin.

‘Peymanên navneteweyî hatin binpêkirin’

Zeynep Yildiz diyar kir ku ew dipirsin û dê bipirsin Mehmet Şîrîn Maltu li ku ye û wiha axivî: “Ev 1089 hefteye em dibêjin; di binçav de winda kirin binpêkirina mafê jiyanê ye. Tirkiye terefê peymanên navneteweyî ye. Divê dewlet demildest li gorî peymanan lêpirsînekê bêalî pêk bîne. Di hefteya 1089’emîn de jî em bi bîr dixin em ê dest ji aqûbeta windayan bernedin. Ji bo ev bêaqûbetî ji holê rabê divê sûcên ku li dijî mirovan pêk hatine di tariyê de nemînin.”

‘Li pêşiya malbata wî û gundiyan îşkence lê kirin’

Zeynep Yildiz anî ziman ku di hefteya 1089’emîn de li aqubeta Mehmet Şîrîn Maltuyê ku ev 31 sal in winda ye dipirsin û got: “Mehmet Şîrîn Maltu hê 17 salî bû û bi malbata xwe re li gundê Zêrbiya yê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve dima. Di 31’ê Çileya 1995’an de leşker û cerdevanan avêt ser mala malbata Mehmet Şîrîn Maltu. Leşkeran Şîrîn Maltu ji mal derxistin. Bi saetan li qada gund îşkence li Mehmet Şîrîn Maltu hate kirin. Paşê ew li wesayitê siwar kirin û birin. Piştî bi rojekê Mehmet Şîrîn Maltu çavgirtî anîn pêşiya mala wî. Li pêşiya malbata wî û gundiyan îşkence lê kirin û jê agahî xwestin lê Mehmet Şîrîn Maltû ji leşkeran re got, ‘Ez nizanim’. Paşê Mehmet Şîrîn Maltu dîsa li gel xwe birin. Ji wê rojê ve xeber ji Mehmet Şîrîn Maltu nayê girtin.”