Li gorî raporê li herêma Egeyê di salek de 50 jin hatin kuştin
Li gorî “Rapora Binpêkirina Maf û Şîdeta li Dijî Jinan a Herêma Egeyê ya 2025’an” li herêma Egeyê di salek de 50 jin hatin kuştin û hinek ji wan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Îzmîr- Komîsyona Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) “Rapora Binpêkirina Maf û Şîdeta li Dijî Jinan a Herêma Egeyê ya 2025’an” weşand. Rapor li ser navê komîsyonê ji aliyê Nazli Turan û Vetha Aydin Yuksel hat xwendin.
Li gorî raporê di sala 2025’an de li herêma Egeyê herî kêm 50 jin hatin kuştin û di navbera wan de yên bi guman jiyana xwe ji dest dan jî hebûn. Di rapora de wiha hat diyarkirin: “Gelek jin, tevî biryara parastinê ya di çarçoveya Zagona bi Hejmar 6284 jî; ji şîdetê nehatine parastin, di hinek bûyeran de jî îhmala hêzên ewlekariyê, bûye sedem ku şîdet bidome. Jinên girtî jî ji ber ku jin bûne bi taybetî rastî zext û şîdetê hatine.”
Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:
"Divê di her warî de wekheviya zayendî di civakê de hebe.
*Divê hiqûqa ceza ya heyî li gorî parastina jinan were sererastkirin.
*Divê zagona bi hejmar 6284 bi awayekî baş were pêkanîn.
*Di mijara şîdeta li dijî jinan de divê xet û saziyên desteka profesyonel ên ku jin 7/24 saet bikaribin bigihîjin werin avakirin; ji bo jinên ku nikarin bi telefonê xwe bigihîjînin divê riyên alternatîf werin pêşxistin. Van xizmetan divê bi Tirkî, Kurdî, Erebî, Înglîzî pirzimanî bûn; her wiha divê personelên ku ji zimanê îşaretê fam dikin jî hebin.
*Divê ji bo jinên penaber mercên bi ewle werin avakirin û ji bo jinên pênaber xebatên ku wan bi hêz bikin werin kirin.
*Divê stargeh li gorî standardên navneteweyî bin, mirov bi hêsanî bikaribe xwe bigihîjîne wan.
*Ji bo jinên ji stargehan derdikevin divê desteya aborî û civakî were dayîn..
*Bûyerên kuştina jinan li cihê ku tavilê weke “întihar” werin qeydkirin divê sedemên mirinê û kiryar bi awayekî tam werin lêkolînkirin.
*Divê pêkanînên hêzên ewlehiyê yên kêfî, yan jî agahdarkirina şaş, werin qedexekirin.
*Divê rêbazên kontrola zayînê û kurtaj hêsan û bê pere bin.
*Divê pergala desthilatdariya mêr, dest ji parastina kujerên jinan berde; li cihê rewş baş an jî daxistina ceza, cezayên ku pêşî bigre werin bicihanîn, dest ji polîtîkaya bêcezatiyê were berdan.
*Divê li ser jinên ku bi guman jiyana xwe ji dest didin lêkolîn baş were kirin û lêpirsîn were destpêkirin.
*Divê di xebatê de mûçeya wekhev hebe.
*Çavkaniyên aborî û pere divê li ser jinan weke amûra kontrol û ferzkirinê neyê bikaranîn.
Rewşa jinên girtî
*Ji bo jinên ku li girtîgehan bi zarokên xwe re dimînin divê mercên li gorî zarokên bi tendirust werin avakirin.
*Divê li dijî jinên girtî dawî li pêkanîn cudakar û zextkar were anîn, daxwazên wan ên jiyanî werin bicihanîn.
*Divê ferzkirina muayeneya bi kelebçe bi dawî bibe.
*Divê di lêgerînan koguşan de şikandina eşayan, nedayîna eşyayên elektronîk bi dawî bibe.
*Divê jinên girtî bikaribin derman bibin û mafên xwe yên agahdarbûnê bi kar bînin.
*Divê pêdiviyên hîjyenê li girtîgehan werin bicihanîn, dawî li bihayê zêde yê postayê, pereyê ku ji bo cereyanê tê girtin were anîn.
*Divê hejmara girtiyên li koguşan were kêmkirin.
*Divê dawî li şewitandina înfaza girtiyan bi awayê kêfî were anîn.
*Divê mafê girtiyan ê axaftina bi telefonê û hevdîtina bi dîmen neyê astengkirin.
*Divê astengkirina aktîvîteyên civakî li girtîgehan bi dawî bibe."