Li Hindistanê hejmara kesên di lehiyê de mirin bû 31
Hejmara kesên ku di lehiyê de li eyaleta Sikkim a Hindistanê jiyana xwe ji dest dan bû 31. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo zêdetirî 100 kesên ku winda ne berdewam dikin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231006-20231006-hindistan-sel-fotograf-afp-jpg878246-image-jpg5df53e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Di karesata lehiyê de ku tê gotin ji ber barana zêde ya li eyaleta Sikkim a Hindistanê ji ber barana zêde ya bendava hîdroelektrîkê ji ser avê rabû, hejmara miriyan zêde dibe.
Rayedaran diyar kirin ku di lehiya ku zêdeyî 22 hezar kesî bandor kiriye de 4 jê leşker herî kêm 31 kes mirin. Tedawiya 26 kesên ku di lehiyê de birîndar bûn li nexweşxaneyên cuda yên eyaletê dewam dike.
Li gor nûçeya Hindustan Times, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo zêdetirî 100 kesên ku winda bûne berdewam di