Li Efganistanê tundî her roja diçe zêdetir dibe

Li Efganistanê ji ber rejîma zextê li welat tundî her diçe zêdetir dibe. Daneyên li welat nîşan didin ku rewşa jin û zarokan gelek xirab e tunebûna ewlekiyê dibe sedema fikarên mezin.

BAHARAN LAHÎB

Efganistan – Li Efganistana ku jin di nava dîwaran de hatine hepskirin, bi fermanên Talîbanê, tundî li welat her diçe zêdetir dibe. Krîza aborî ya li welat, dibe sedema bêbawerî, zext, tunebûna azadiyê û gelek tiştên din bûne sedema zêdebûna bûyerên tundiyê. Her roj hejmarek zêde jin jiyana xwe ji dest didin û xwe dikujin.

Di vê rewşa heyî ya nediyar a li welat de Efganî reva ji bo welatên din weke çareserî dibînin lê belê gelek ji wan mirovan bêyî bigihîjin sînoran tên girtin û dûre jî wan davêjin girtîgehan. Ajansa me daneyên ku ji nûçeyan berhevkirî, tenê hinek ji bûyerên hatine qeydkirin amade kir.

 Bûyerên di meha Nîsanê de hatine teyîsîn wiha ne:

* Jina 50 salî ya bi navê Ferîde bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê li navçeya Daman a bajarê Qendeherê hat dîtin.

*Li navçeya Şognan a Badaşanê, hat îdiakirin ku jineke ciwan jehrê vexwariye û întihar kiriye.

*Li navenda eyaleta Badahşanê hat îdiakirin ku jinek ciwan xwe avêtiye rûbarê Kokçeh.

 * Li herêma heftem a bajarê Celalban ê girêdayî wîlayeta Nangarhar cenazeyê jinek hat dîtin.

* Jineke ciwan bi du zarokên xwe re, xwe avêt Rûbarê Redonte yê Celalabadê. Dayikê û yek zarokan jiyana xwe ji dest dan, yek hat rizgarkirin. Hat diyarkirin ku rewşa zaroka din nebaş e.

 *Abîdeya 18 salî, li navçeya Tiyaware ya wîlayeta Ghorê, ku birayê wê fermanderekî Talîbanê te û xwest xwişka xwe bi zorê bide zewicandin hewl da întihar bike.

*Jineke ciwan li mala herêma 12’emîn a Kabulê ji aliyê kesên bi çek ve hat qetilkirin.

* Li navçeya Argo ya bajarê Badahşanê dayikek û kurê xwe ji aliyê dizan ve li mala xwe hatin qetilkirin.  

*Li bajarê Ravalpidî yê Pakistanê jinek Efgan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku întihar kiriye.

*Li navçeya Ab Kamarî ya Badghisê mêrekî keça xwe ya 6 mehî qetil kir.

*Zeyneba 19 salî, li navçeya Kama hewl da întihar bike.

*Li bajarê Heratê kesên nasnameya wan nediyar bi îdiaya ‘têkiliya ji derveyî zewacê’ mêrek û jinek qetil kirin.”