Li Bendava Tişrînê berxwedêrek: Ruhê hevaltiyê li pêş e

Sîham Silêman bi hatina Bendava Tişrînê êş û jana nexweşiya xwe ya penceşêrê ji bîr kiriye û di aliyê derûnî de baş bûye dibêje: “Xwedîderketina pêkhateyan li hev heye, bi hev re li ber xwe didin. Parvekirin û watedayîna ruhê hevaltiyê li pêş e.”

SORGUL ŞÊXO

Tişrîn – Bi mehan e êrişên dewleta Tirk li ser Bendavca Tişrînê ku av û kerabeyê dide bi milyonan kesan didome. 64 roj in li Bendava Tirşînê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe dewam dike. Ji qada berxwedaniyê serpêhatiyên cuda hene ku mirov îro balê bikşîne ser, yek ji wan serpêhatiya dayika Sîham Silêman a 51 salî ye. Sîham Silêman tevî nebaşbûna rewşa tendirustiyê îro li Bendava Tişrînê bi pênûs û lênûsa xwe amade ye, hemû kêliyan ji dil dijî û di nava dilê xwe de kom bike û di bîra xwe de bihêle da ku helbestek li ser binivîsîne.

Parêzvana Bendava Tişrînê, Sîham Silêman bi awayekî berfireh ji ajansa me re behsa hatina xwe bendavê kir.

Kurd, Ereb, Sûryan ji bo yek dozê di nobetê de ne

Sîham Silêman got ku ger nehata Bendava Tişrînê û cihê xwe di parastina wê de negirta xwe sûcdar didît û wiha domand: “Min hatina bendavê weke erk û berpirsyariya xwe dît. Min xwest ji cihê şoreşgerên rastîn û jinên wêrek û têkoşer bêhna berxwedana ku meşandine bikşînim. Em li vê derê ruhek in, li aliyê min ê çepê cîrana min a Ereb û li aliyê rastê jî cîrana min a Suryan heye. Ji ber ku em di pergala neteweya demokratîk de dijîn, maf û hebûna hemû neteweyan diparêze. Hêzên navdewletî sûc û kiryarên dewleta Tirk li dijî sivîlan dibînin. Bi çavên xwe dibînin çawa binesaziya herêmê wêran dike, ji zarokên 7 salî heta 70 salî dikuje. Li vir dixwazim pirsek bikim; kanê mafên mirovan li ku ye? Yên ku Rêber Apo dîl girtin îro destên wan di destên dewleta Tirk de ye û di êrîşên li ser bendavê de jî destên wan heye. Ji ber mifteya deriyê Rojhilata Navîn û çareseriya alozî û pevçûnan di destê Rêber Apo de ye. Ji lewre palpiştên me tune ne, em palpişt û hêza xwe ne, em ji xwe hêza xwe digrin. Bi peyamên ku Rêber Apo şandine, em dikarin sedsaleke din jî li gorî wê jiyana xwe bihûnin û têbikoşin.”

‘Parastina Bendava Tişrînê parastina xwezayê nirxên jin û neteweyan e’

Sîham Silêman got ku ruhê şerê gelê şoreşgerî li Bendava Tişrînê li hemberî pêşketin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibe mertal û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Gelê ku bi bîr û baweriya gelekî şoreşger li hemberî êrîşên hewayî û bejahî yên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin. Parastina me ne tenê ji bo av û cereyanê ye, parastina Bendava Tişrînê parastina xwezayê, jin, zarok, netewan, çand û baweriyan û ji bo parastina axê ye. Ji bo parastinê jî têkoşîn û berxwedan bingeh e, ji ber her gavek li Bendava Tişrînê xwîna hevriyek me lê hatiye rijandin. Em çavên wan şervanên ku dibêjin ew xwe fedayî dayik û bav û ax û ava xwe dikin, maç dikin. Bifikirin ku hêza me çiqas bandorê kiriye heta îro gelên ku rastî qirkirinê tên banga QSD’ê dikin ku werin wan biparêzin. Ez hemû şervanan ji dil hembêz dikim, berxwedana wan li malbatên wan pîroz dikim û bijî ji dayik û bavê qehreman re ku zarokên xwe bi ruhê berxwedanê perwerde kirine. Şervan bi dilê xwe yê mezin û çeka xwe ya biçûk li hemberî hêza duyemîn a NATO’yê li ber xwe dide û ev şer û berxwedaneke ne normal e.”

Bi cil û bergên xwe yên Kurdî peyam dide dagirkeriyê

Sîham Silêman a ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe daye bendavê ku vê rojê gelê Kurd 10’ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz dike. Sîham li ser vê xalê jî wiha dibêje: “Her rengek ji rengên me yê kesk sor û zer nîşaneya tiştekî ye, rengê kesk xweza ye, sor xwîna şehîdan e û rengê zer jî roja me ye. Ev her sê tişt jî pir pîroz in û di oxira her sê rengên me yên pîroz de bi hezaran keç û xortên me şehîd bûne. Em vê ji bîr nakin. Ev nîşaneya çanda me ye. Ji lewre em neçar in çanda xwe biparêzin.”

Ji bo ku helbestê binvisîne berxwedanê bi hemû kêliyên wê dijî

Sîham Silêman li kêleka jiyîna kêliyên berxwedanê û çandina wê di mêjî û bîra xwe de hewl dide helbesteke nû binivîsîne, têkildarî vê yekê wiha dibêje: “Hatina min a destpêkê ew e ku ez hemû kêliyên berxwedanê bijîm, da ku bi hestên xwe binivîsînim min lênûs û pênûsa xwe jî bi xwe re aniye. Ez naxwazim ji erk û berpirsiyariyên xwe qut bibim, ji bo wê niha derfetên nivîsandinê tunene. Berxwedana Bendava Tişrînê hêjayî gotinên pir layiq û bedew e ji lewra ez ê hewl bidim binivîsînim beriya ku nobedariya me bi dawî bibe.”

‘Yên îro neyên wê sibê di şahiya serkeftinê de xwe bidin quncikan’

Sîham Silêman got ku divê her kes di pêvajoya parastina bendavê ya dîrokî de cih bigre û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji lewre berxwedana ku li vir tê meşandin, kêliyek li vir di nava berxwedan û bombebaranê de, bi qasî 13 salên me yên xebatê ye. Em deyndarên her kêliya ji berxwedana şervanên di çeperên şer de ne. Yên ku xwe ji bo vê pêvajoyê bêdeng bikin wê di pêşerojê de rexnedayîna xwe bidin û her dem poşmaniyê bijîn. Ji ber ku di şahiya serkeftina bendavê de wê di koşeyek de bimînin û bibêjin keda me di vê serkeftinê de tune ye û wê ji xwe şerm bikin. Ji lewre îro divê her kes dest bide ser wijdanê xwe û were Bendava Tişrînê erka xwe pêk bîne.”

‘Xwedîderketina pêkhateyan li hev heye’

Sîham Silêman da xuyakirin ku berxwedana li Bendava Tişrînê şanoyeke bi lîstikvanên rastî ne û wiha berdewam kir: “Lîstikvanên li ser bendavê li ber xwe didin zindî ne û dijîn. Lê ev ne lîstikeke, li vir şerek tê meşandin, xwedîderketina pêkhateyan li hev heye û cihê şanaziyê ye ku Elewî Kurd û Ereb bi hev re li ber xwe didin. Parvekirin û watedayîna ruhê hevaltiyê li pêş e. Bê dudilî ji kê çi were xwestin bersiv ew e ku; ez amade me. Li vir ruhek, canek dilek û destek in. Her gavek li ser axa me xwîna şehîdek lê hatiye rijandin. Çi kirin nikaribûn hêza vê civakê bişkînin, em gihîştin wê baweriyê ku serkeftin di berxwedanê de veşartî ye û divê ku çi bibe jî em li ber xwe bidin. Îro di van kêliyan de zarokên 7 salî li Bendava Tişrînê dibêjin ‘Berxwedan Jiyan e’ û berxwedana QSD’ê silav dikin. Gava zarokek bi vî ruhî bê perwerdekirin, çiqas şoreşa me demdirêj jî bike baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.”