Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2024: Jin destkeftiyên xwe diparêzin
Di sala 2024’an de jin bi têkoşîna xwe dikaribûn bibin pîvana azadî û parastina hemû jinên Rojhilata Navîn. Xeta “Jin Jiyan Azadî" îfadeya vê ye û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şeklê vê yê şenber e.
Navenda Nûçeyan – Krîza ku bîrdoziyên zayendperest, olperest û neteweperest ên netew-dewlet dijîn û şerên ku dimeşînin, Rojhilata Navîn ji bo civak, gelan û jinan veguherandiye qada komkujiyê. Têkoşîna desthilatdariyê û lêgerîna zihniyeta mêr a desthilatdariya despotîk ku xwe li ser vê sedsalê ferz kiriye, herî zêde dixwaze şoreşa jinan têk bibe. Ev bîrdoziyên ku armanca wan a sereke herikandina xwîna Rojhilata Navîn e, xwe weke xetekê ferz dikin. Çanda berxwedanê ya ku aydê mozaîka çandî, olî, gelerî û jinan a dewlemend a Rojhilata Navîn e ku heta îro li ser xeta netew-dewletê maye, di şerên îro de eniyeke girîng ava kiriye.
Şoreşa Rojava di sala 2011’an de dest pê kir û piştre di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe bi pergalî kir. Vê berxwedanê bi xeta “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û şerên hevpar ên li Rojhilata Navîn, parastina mafên gelan, jinan, ekolojî û baweriyan û bi îsrar parastina hevpariya jiyanê esas girt. Gel û jin bi îsrar in ku di vê xetê de bi paradîgmaya xwe bikevin Rojhilata Navîn a nû ya vê sedsalê.
Li dijî şerê despotan jin di eniyên pêş ên têkoşînê de ne
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan hatiye avakirin. Rojhilata Navîn weke cihê jidayikbûna demokrasî û azadiyê dibîne û ji bo vê yekê jî li dijî modernîteya kapîtalîst pêşketina civaka siyasî û exlaqî li ser esasê modernîteya demokratîk esas digre. Pêşengên van têkoşînan û yên ku rola sereke dilîzin jin in. Bingeha vê xetê yekitiya azadiya jinan, bi azadiya civakî re ye. Jinên ku di 13 salên şoreşê de di hemu qadan de pêşengiyê kirin bi vî ruhî ketin sala 2024’an û heta dawiya salê bi heman îsrar û biryardariyê têkoşîna xwe domandin.
Jinan bi têkoşîna xwe ya di salekê de di bin sîwana rêxistinên xwe yên Konga Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya de, bi hêza parastina xwe YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jinan) bi sazî û dezgehên xwe yên hebûna xwe lê şênber dikin her rojê veguherandin roja têkoşîna li dijî tundiyê.
Êrişên li dijî şoreşê yên bi aqilê mêr
Jinên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Şoreşa Jinan’ pêk anîn, li gelek qadan serkeftinên mezin bi dest xistin. Jinan di qada leşkerî de bi taybetî di nava YPJ'ê de hêza xwe xurt kirin û bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan. Her wiha li dijî êrişên kontra yên ku ji aliyê hişmendiya mêr-dewletê ve hatin ferzkirin şerekî mezin meşandin. Di qada civakî de têkoşîna jinan a li dijî desthilatdarî û zîhniyeta mêr, îsal ji bo jinan pêşketinên girîng bi xwe re anî.
Ji bi têkoşînê mohra xwe li sala 2024’an dan
Jinan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan, avakirina civakeke wekhevîxwaz armanc kir û di warê wekheviya zayendî û azadiya jinan de pêşketinên mezin bi dest xistin. Jinan piştî 12 salên şoreşê li pey xwe hiştin, bi demokratîkkirina pêkhateya malbatê re nîzamek civakî ya wekhevtir ava kirin.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna xwe mohra xwe li sala 2024’an dan. Jinan berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û êrişên dagirkeriyê yên HTŞ (Heyet Tahrîr El-Şam) û komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir û heta dawiya salê berdewam kir, xurtir kirin. Sîstema cîhadî û qanûnên şerîetê yên ku li seranserê Sûriyeyê ji aliyê HTŞ’ê ve tên ferzkirin, armanc dike ku jinan mehkûmî koletiyê bike û destkeftiyên ku jin di 13 salên şoreşê de bidest xistine tune bike. Lê belê jin bi xurtkirina eniyên têkoşîna hevpar a li hemberî vê yekê û di refên herî pêş ên berxwedanê de bûn parçeyek bingehîn a têkoşîna şoreşgerî.
Jin li dijî tundiya mêr têkoşiyan
Di bin banê sîstema Rêveberiya Xweser de jin pêşengên pergala ku li ser esasên hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di hemû qadên jiyana siyasî û civakî de heye. Bingeha têkoşîna jinan birêxistinkirina pergala Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ye ku hemû jinan di nav xwe de dihewîne. Di vê navberê de, sîstema xweseriyê qanûn û rêzikên pêwîst ji bo dabînkirina maf û azadiyên jinan di hemû warên jiyana civakî, çandî û civakî de dihewîne. Di vê wateyê de organên heyî li dijî tundiya li ser jinê, zexta li ser malê û êrişên dagirkeriyê yên ku jin û destkeftiyên wan dike hedef, kar dikin. Li gorî daneyên sala 2024’an, ji sedî 60 kêmbûna jinkujî û şîdetê heye. Daneyên ku hatine bidestxistin nîşan didin ku şîdeta li ser jinê ji sedî 84 kêm bûye.
Dagirkerî û koçberî
Tirkiye û çeteyên wê di meha dawî de gelek êrişên dagirkerî û dagirkirinê pêk anîn û di encamê de tundiya li ser jinan, destavêtin, kuştin û revandinê weke talanî pêk anîn. Dîsa di çarçoveya van êrişan de 120 hezar malbatên Efrînê yên ku ji Efrînê neçar man koçî Şehba û Til Rifata bikin, ji ber îhtîmala komkujiyên çeteyên Tirk, neçar man koçî herêmên ewle yên di bin rêveberiya xweser de bikin.
Di êrişên dagirkeriyê de yên ku herî zêde zirarê dibînin zarok in. Di encama êrişên dewleta faşîst a Tirkiyeyê ya îsal de bi dehan zarok hatin qetilkirin, di meha dawî de jî bi hezaran zarok hem hatin qetilkirin û hem jî koçber bûn.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî van êrişên Tirkiyeyê weke "binpêkirina mafên mirovan ên navneteweyî" dinirxînin û diyar dikin ku divê ev êriş weke sûcên şer bên nirxandin. Lê heta niha di vî warî de gavên berbiçav nehatine avêtin. Dewleta Tirk bi awayekî eşkere li dijî qadên jiyanê yên hevpar ên pêkhateyên li herêmê planên qirkirinê dike.
Ne tenê erdnîgariyek hatiye dagirkirin li ser tevahî jiyana jinan dagirkerî heye
Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî bê hesab in. Qanûnên şerîetê yên li herêmên dagirkirî derbasdarin, jin ji hemû mafên jiyanê bêpar dihêle. Li gor agahiyên heya meha Mijdarê ya Navenda Parastin û Lêkolîna Mafên Jinan a Sûriyeyê li heremên dagirkirî; 50 jin hatine qetilkirin, 53 jin hatine revandin û 40 jin di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de birîndar bûne. 20 zarok hatine qetilkirin, 28 zarok hatine revandin û 70 zarok di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de birîndar bûne. Her wiha, 148 mêr hatine qetilkirin, 478 mêr hatine revandin û 97 mêr birîndar bûne.
Xebatên aboriya komînal
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pergala jiyana civakî ya azad û demokratîk a gelan, civakan, bawerî û jinan e, modelek ji komîn, meclis, akademî, kooperatîf, yekîneyên aboriya civakî û rêxistina konfederalîzma demokratîk ava kir ku pergala civakî ya demokratîk temam dike. Jinan di sala 2024’an de ji bo pêşxistin û mayîndekirina saziyên sîstema demokratîk a civakê xebateke girîng meşandin.
Jin di avakirina qadên aborî yên girêdayî jiyana ekolojîk û ekosîstemê de riyeke dûr û dirêj derbas kirine. Jinên ku qadên aboriyê veguherandin qadên xebata kolektîf, hewl dan ku hema hema ji bo her jinê îstîhdamê biafirînin. Jin bi pêşxistina qadên xwe yên aboriyê di warê îrade û xwebaweriyê de guhertinê çêdikin.
Jinan di pêşxistin û parastina prensîba komînalkirina enerjî, ax û av û pergala aborî ya Konfederalîzma Civaka Demokratîk de bi awayekî aktîf cih girtin. Li dijî polîtîkayên birçîhiştin û valakirina herêmê yên di serî de dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne, jin bi derfetên xwe di nava salê de hewl dan bi riya kooperatîfên komînal aboriya xwe bipêş bixin. Li ser vê bingehê amarên ku Komîteya Aborî ya Kongra Star bi me re parve kirine 40 kooperatîfên jinan hene ku 2 hezar jin di van kooperatîfan de cihê xwe digirin.
Serkeftin di zanîna parastina xwe de ye
Li dijî êrişên zayendîparêz, dewletparêz û olperest ên li ser jinan û destkeftiyên jinan, jin bi her awayî di xeta “Jin Jiyan Azadî” de têdikoşin. Pirsa herî girîng a ji bo jinên Rojhilata Navîn ev e: "Jin wê çawa xwe li hemberî zilamên despotîk, barbar biparêzin?" Li hemberî vê yekê jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xeteke girîng a xweparastinê pêş xistin. Jinan li Rojhilata Navîn hem di şerê gel ê şoreşgerî de hem jî di xeta xweparastinê de guhertinek çêkir. Di vê salê de xeta xwe ya xweparastinê ya ku bi jinên Ermenî, Çerkez, Suryan, Tirkmen û Ereb di pêşengiya jinên Kurd de pêşxistibûn, xurt kirin. Jinan bi taybetî li hemberî komên çete yên cîhadîst û dewleta Tirk refên xwe xurt kirin. Îro li Minbic, Heleb, Kobanê û Reqqayê jin bêyî ku dest ji pêşengtiya berxwedan û têkoşînê li hemû qadên rêveberiya xweser berdin xwe diparêzin. Di şerê li xeta Tişrîn û Qereqozakê de aktorên diyarker in. Yekîneyên parastina jin YPJ’ê weke hêza parastina rewa ya jin û civakê rewabûn bi dest xistine û gihiştine asta parastina hemû jinan.
Di vê qonaxê de jinan bi têkoşîna xwe dikaribûn bibin pîvana azadî û parastina hemû jinên Rojhilata Navîn. Xeta “Jin Jiyan Azadî" îfadeya vê ye û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şeklê vê yê şenber e.