Li dijî qedexeya nû ya Talîbanê bertek: Mala bê pencere çi ferqa wê ji hepsê heye?

Biryara Talîbanê ya bikaranîna pencere di avahiyan de ji jinan re qedexe kir, ji aliyê Tevgera Finda azadî ji bo jinên Efganistanê re ve hate şermezarkirin. Jinan peyama ku heta pêkanîna azadî û edaletê wê têkoşîna xwe bidomînin dan.

Navenda Nûçeyan- Talîbana ku jinan ji qadên civakê dûrdixwe û di malan de heps dike, bi biryarnameya nû weşandî de ferman da ku pencereyên cihên jin pir lê hene û di avahiyên nêzî hev de bikartînin bigirin an jî dîwaran li ber wan ava bikin da. Jinên endamê Tevgera Finda azadî ji bo jinên Efganistanê, bertek nîşanî biryara qedexekirina pencereyên di avahiyan de ku ji aliyê serokê Talîban Hibetullah Ahundzade ve hatî dayîn dan. Jinan bi daxuyaniyekê biryar şermezar kir.  

Endamên tevgerê, ev biryara serokê Talîbanê, wek hewldanek din a jinên Efganistanê ji maf û azadiyê bê par hiştin nirxandin.

Mala bê pencere çi ferqa wê ji hepsê heye’

Di daxuyaniya ku ji aliyê endamên Tevgera Finda azadî ji bo jinên Efganistanê ve, hatî xwendin de ev tişt hate gotin: “Malek bê pencere, çi ferqa wê ji hepsa Sednay heye? Çima dixwazin jinên bê guneh heps bikin”?

Endamên tevgerê diyarkirin ku ev biryar tenê ne nişaneya eşkere ya berdewamiya biçûkxistin û zexta li ser jinên Efganistanê ye, di heman demê de binpêkirina mefê bingehîn yê jiyana rojane ya hemwelatiya ne û wiha hate gotin: “Di nava van mafan de mafê milkiyet, azadî û veşartina jiyana taybet jî cih digre.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi hinceta kontrolkirina jiyana taybet ev biryara hatî girtin, ji xwe hewldaneke ku  jinan di civakê de tecrîd bike û li Efganistanê qada zextê hê dijwartir bike.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Talîbana ku cesareta wê nîne ji rayedarên Pakistanê ku li dijî xaka Efganistanê êrişên hewayî û qetilkirina mirovên bê guneh ji aliyê Paktial ve hesab bipirse, jin kirine hedefên xwe yên tolhildanê.” Hate diyarkirin ku polîtîkayên Talîbanê ên dijminê jinan rêz li ti ol û nirxan nagre. Di daxuyaniyê de ev çalakî bi awayek eşkere weke binpêkirina mafê mirovan û binpêkirina hiqûqa navnetewî hate nirxandin.  

Bang li NY: Gavek şênber bavêjin

Tevgera Finda azadî ji bo jinên Efganistanê bang li civaka Navnetewî, Netewên Yekbûyî û Rêxistinên mafê mirovan kirin ku vê qedexeyê û polîtîkayên din ên Talîbanê ên dijminê jinan şermezar bikin û ji bo parastina mafê jinên Efganistanê demildest gavên şênber bavêjin.

Tevgera Finda azadî ji bo jinên Efganistanê ragihand ku ji bo jinên Efganistanê heta edalet û azadî pêkwere wê têkoşîna xwe bidomînin.