Kongra Star li dijî qetilkirina jina ciwan daxuyanî da

Kongra Star derbarê jina ciwan a li Qamişlo hate qetilkirin daxuyaniya çapemeniyê da, destnişan kir ku bi hişmendiya zayendperest jin tên qetil kirin û banga darizandina kujer kir.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo ê Kantona Cizîrê ya Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê, di 29’ê Qanunê de jineke ciwan ji aliyê kur metê xwe ve, hate qetilkirin. Rêxistina Kongra Star têkildarî qetilkirina jina ciwan li bajarê Qamişlo daxuyaniyekî çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna jinan a li dijî qetilkirinan hat kişandin, hat gotin ku hişmendiya zayendparêz hê jî xwe nîşan dide û li dijî vê dê têkoşîna wan jî bilind be. 
Daxuyanî li ber çerxereya Sonî a bajêr ji aliyê Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişlo Îbtisam El-Hisên ve hat dayîn.
‘Êrişên li dijî jinan bi heman ferasê ne’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Li Rojavayê Kurdistanê bi Şoreşa Jinan deskeftiya herî giring a jinê bi dest xistiye azadî ye. Naskirina xwe ye û jin êdî buye ayîdê xwe. Ji ber ku xwe nas kiriye di civakê de buye xwedî rol û misyon û îrade. Ew tişt jî ne li gorê keyfa hişmendiya zayendperest e. Em dibînin jina ku gava ber bi azadiyê de davêjin tên hedef giritin û dibin armanca êrîşan.
Ji bo vê em dibînin di bin navê şeref û namusê û ol de, dibin navê kevneşopiyên bi hezaran salan ji hişmendiya zayendperest ku di mejiyê civakê de hatiye çandin bi van rê û rêbazan sûcên herî, giran li ser Jinan tên kirin û jin tên kuştin. Em dibînin jin li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin, çawa pêşengiyê dike. Îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê buye îlham û mînak, ji hemu jinên cîhanê re. Ji bo wê dîka desthilatdariyê dilerize û jinan dike armanc. Dibin hişmendiya tundirew de her car jin bi sûcên cuda cuda tê qetilkirin. Weke Efganistan çawa jin, di kolanan de tên kuştin îro ew berdewamiya vê hişmendiyê ye.”
Banga têkoşînê 
Îbtisam el-Hisên wiha dawî gotina xwe anî: “Çawa niha em dibînin hukumeta Colanî dibêje jin bê rol û bê misyon e, jin divê tenê li malê bimîne pêdiviyên mal û mêr bi kar bine, jin nikarê di hêza parastinê de di dadê de di qadên civakê de, rola xwe bileyzê; ew hişmendî jî berdewamiya vê hişmendiyê ye. Em kuştina jinan weke kuştina jiyanê dibînin. Weke kuştina nifşê nu û civakê dibînin. Li ser wê esasî em jî weke Rêxistina Kongra Star, wan nêzîkatiya şermezar dikin. Her wiha em bangawazî ji hemu aliyên pêyvendîdar dikin ku kujerên jinan bên darizandin, sûcên herî giran li ser wan were meşandin. Emê li himberî wan siyasetên kevnepereset li ser pêyan bin û ji bo azadiya hemu jinan têbikoşin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiiyan Azadî” bi dawî bû.