TJA: Hevdîtina Îmralî carek din îradeya çareseriyê nîşan da

TJA'yê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da û got: “Hevdîtina li Îmraliyê pêk hat careke din hêvî û îradeya çareseriya demokratîk nîşan da.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî hevdîtina parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ku di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîbû, daxuyaniyek nivîskî da. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî şer riya diçe aştiyek bi rûmet di siyaseta demokratîk re derbaz dine û ev tişt hate gotin: “Rêberê Gelan Birêz Abdullah yekane hêza çareseriyê ye ku wê me ji vê zilma ku bi şer, komkujî û qirkirina bi destê mêran li hemû gelan bi taybet jin, ciwan, zarok û komên baweriyan dimeşîne. Netew-dewletên serdest û di qonaxa xwe ya niha de ji bilî kaos, krîz û wêrankirinê ti encamek dernakeve. Ji Tirkiyeyê heta Filistînê; Ji Afganîstanê heta Îranê; Rêya aştiyeke bi rûmet a li dijî şer, ji Sûriyê heta Rojava, bi siyaseta demokratîk dikare were vekirin, ev jî amaje kir.

Temînata çareserî, azadî û wekheviyê riya 3’yeme

Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya şeran bi têkoşîna hevpar û tifaqên ku hêzên demokrasiyê wê bi hêvî û wêrekiyê ava bikin, pêk were. Zîhniyeta ku li Rojhilata Navîn dibêje yan mirin yan jî teslîmiyet îflas kiriye. Çareserî wê li ser esasê siyaseta demokratîk, li ser rêya 3'yemîn ku temînata azadî û wekheviya jin û gelan e, pêk were. Yên ku wê vê zemînê ava bikin û biparêzin bêguman tevger û kesayetên civakî yên sosyalîst, şoreşger, demokrat, femînîst û antî-kapîtalîst ên li Tirkiyeyê ne, îtîfaqên me yên navneteweyî ne.

Hevdîtina li Îmralî careke din hêvî û hêza çareseriya demokratîk nîşan da

Em ê ji şerên ku îmhaya herî mezin li jinan tê kirin, bi têkoşîna xwe ya azadiyê derkevin; Ya rast ev e ku çareserî wê bi hêza xweser a me jin û gelên ku hewl didin di van şeran de bikevin zindanan pêk were. Weke TJA, têkoşîna ku em dibêjin şikandina tecrîda li ser civakê bi şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, parçeyek ji vê rastiyê ye. Hevdîtina li Îmraliyê pêk hat careke din hêvî û hêza çareseriya demokratîk nîşan da. Bê şik berxwedana azadiyê ya jin û gelên ku ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin, bi vê hêviyê tê xwarin û ji bo rakirina tecrîda mutleq wê têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku ev pêngav şefaf, pêbawer û li ser nirxên civakî ye; Îstîqrara ku wê veguhere aştiyeke bi rûmet, mayînde û çareseriya demokratîk jî wê bi berxwedanê pêk were.

Em; Em ê di daxwaza xwe ya aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk de bi helwesteke bi rola xwe ya pêşengtiyê re israr bikin. Em bang li hemû jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku li ku dibin bila bibin, li vê rêya ku em ê bi hev re azad bibin, bibin yek.”