‘Dewleta Tirk rojnamegerên azad dike hedef’

Rojnamevan Sînor Rehman diyar kir ku dewleta Tirk ji bo veşartina sûcên xwe rojnamegeran dike hedef û got: “Piştgirî, yekbûna ragihandinkaran, wê bibe bingehek ji bo rêgiriya binpêkirina dewleta dagirker li ser rojnamevanan û fikrê azad.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, hat ragihandin ku di sala 2024’an de 104 rojnamegerên ku 12 ji wan jin bûn, ji aliyê dewlet û komên cûda ve li welatên ku nakokî û şer lê hene,  hatin hedefgirtin.

Di 23’ê tebaxa îsal de rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku rojnamevanên Kompanya Çetir bûn, li nêzî bajaroka Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Sîlêmanî bi balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Di 9’ê Tîrmeha îsal de li sînorê Şengalê nûçegihanê Çira Tv û Çira Fm’ê di dema erka xwe pêk dianîn de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Di 11’ê Tîrmehê de Murat Mîrza ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Di 19’ê Kanûnê de li nêzî bendava Tişrîn a li Rojavayê Kurdistanê herdû rojnamevanên azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi hedefgirtina rojnamevanên azad, wê rastiyê eşkere dike ku dewleta Tirk ji ber veşartina sûcên xwe rojnemavanan dike hedef û li dijî vê yekê jî rojnamevanên soza berdewamkirina riya rojnamevanên hatin qetilkirin, dubare kir.

Rojnamevan Sînor Rehman têkildarî hedefgirtina rojnamegeran axivî.

Êrişên dewleta Tirk

Rojnamevan Sînor Rehman bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ku bi armanca dagirkeriyê dimeşîne û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi riya Kerkûk û Mûsilê dixwaze bighê Rojavayê Kurdistanê û Helebê, piştre dest deyne ser Deryaya Navîn. Şerek taybet birêve dibe û ji ber vê jî hinek ragihandinên desthilata Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tîne, da ku hêza parastina xakê veşêre.”

‘Rojnameger tên hedefgirtin’

Sînor Rehman da zanîn ku herdû rojnamevanên azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li ser bendava Tişrîna li pira Qerqozaqê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hedefgirtin û wiha got: “Hebûna şer li beramberî  fikrê azad û rojnamevanên azad e. Ji ber wê xiyaneta ku heye, ragihandina azad ji bo derxistina rastiya dijmin û desthilatên navxweyî û welat hewl dide. Di encamê de ragihandin û rojnamegerên azad di dema derxistina rastiya desthilat û dewleta Tirk de tên hedefgirtin.”

Sînor Rehman destnîşan kir ku nebûna azadiya rojnamegeriyê li Rojhilata Navîn, bûye sedema qetilkirina rojnamegeran a bi destê dagirkeran û wiha dom kir: “Di nava salekê de 5 rojnameger bi balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Ev teror di salên 90’an de û di destpêka desthilata Başûrê Kurdistanê de destpê kir. Desthilata navxweyî her tim hevkariya dewleta dagirker dike. Ji bo tinekirina azadiyê hewl dide. Rojnameger ji ber doza netewî û ragihandina rewşa herêmê xebat dike. Lê belê sîxorên dewleta Tirk ne li gel doza netewî ye û ji bo bêdengkirina rojnamegeran hewl dide. Ji ber wê qetilkirina rojnamegeran pirsek girîng a desthilata Rojhilata Navîn e. Ezmanê Kurdistanê jî her tim ji bo hedefgirtina fikrê azad û rojnamevanan bikar tîne.”

‘Divê gelê Kurd di ferqa rola xwe de be’

Sînor Rehman di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Divê gelê Kurd di çaroveya daxuyanî û nerazîbûnê de nemîne. Divê gelê Kurd di ferqa rola xwe de be. Wek rojnamevanek azad pirsa rojnamevanan wek pirsa xwe dibînin. Niha ev xeyal e di nava gelê Kurd de ji bo netew û azadiyê heye, ji bo ragihandinê jî ye. Piştgirî, yekbûna ragihandinkaran û aliyên azadîxwaz ên din, wê bibe bingehek ji bo rêgiriya binpêkirina dewleta dagirker li ser rojnamevanan û fikrê azad. Hebûna vê helwestê divê cîhanî bibe. Li Rojhilata Navîn dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê,  ji bo parastina mafê rojnamegeran. Da ku bizanin li xaka Kurdistanê binpêkirin li hember rojnamegeran tê kirin.”