Li Helebê jin di bin zextê de dev ji têkoşînê bernadin
Di nêvenga şer û kaosan de ji ber têkoşîna wan a ji bo maf û wekheviyê, jin timî bi gefan re rû bi rû tên. Buşra El- Suleyman a li Helebê dijî yek ji wan navan e ku ji bo xwe û ji bo jinan têdikoşe.
GUFRAN AL-HABIS
Heleb – Piştî ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst rêveberiyê desteser kir, li Sûriyê pêvajoyekê nû destpê kir. Şerê navxweyî ya li Sûriyeyê ji destpêka şer heya niha herî zêde zirarê da jin û zarokan. Di vê pêvajoyê de jin tenê têkoşîna jiyanê nedan, her wiha ji bo edalet û wekheviya zayendî jî têkoşînek mezin dan. Çîroka Buşra El- Suleyman biryardariya jinan a di vê têkoşînê de û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû tên radixe ber çavan.
Ji parazvanên mafên mirovan Buşra El- Suleyman a ji Helebê, beriya ku tevahî jiyana wê biguhere sala 2011’an a şerê navxweyî destpê kir weke werçerxa jiyana xwe dinirxîne.
‘Min gelek hevalên xwe wenda kir’
Buşra El- Suleyman mîna gelek kesên ji Sûriyeyê di pêvajoyên destpêkê de di wê hêviyê de bû ku dê pevçûn vegerin rewsa asayî, lê nedizanî ku ev fikrê wê, wê bibe barekî ku jê re giran were. Bi xirabûna rewşa welat re jiyana wê jî ber bi riyekê din ve çû. Buşra El- Suleyman yek ji wan jinan e ku bi derketina tevgerên jinan ên li welat di vê qadê de dest bi kar kiriye. Buşra El- Suleyman tiştên ku jiyan kiriye wiha vedibêje:
“Min salekê li zanîngeha Helebê xwend. Min nikarîbû xwendina xwe biqedînim, ji ber bombebarana berdewam nekarî ez biçim zanîngehê. Min gelek hevalên xwe winda kirin. Em bi malbata xwe re li stargeheke demkî diman. Piştre em li cihekî ewletir hatin bicihkirin ku em dîsa bi cih bibin. Her çend ew bi îstîqrar bû jî piştî rêwîtiyek dûr û dirêj a jicîhûwarkirinê ku ez westandim, ez di dawiyê de gihîştim gundekî."
'Min hîs kir ku ez êdî mirovek nû me'
Buşra El-Suleyman diyar kir ku tabelaya bi navê "Navenda Karsaziya Amal" a li gundewarê Helebê bala wê kişandiye û wiha got: "Min hest bi tiştekî ecêb kir ku min kişand, mîna ku ev tabela bi min re bi xwe re diaxive. Ji ber vê yekê ez ketim cihê şahiyê û li wir ji aliyê komek jinên bi kenên dostane ve hatim pêşwazîkirin. Ev der wek navendeke perwerdeyê bû. Demek dirêj, min nebûna cîhek ku ez bikaribim jiyana xwe ji nû ve dest pê bikim hîs dikim. Xewna di hundirê min de nû bû û her ku dem derbas bû û ez beşdarî perwerde û kursan bûm, min hest kir ku ez kesek nû me. Ez ne tenê ji şer reviyam. Di heman demê de min karîbû tiştekî baştir pêşkêşî civakê bikim. Min perwerdehiya xwe li navendê qedand û gelek jêhatîbûn di pêşkêşkirina piştgiriya derûnî de bi dest xistin ta ku ez bûm yek ji endamên çalakvanan."
‘Min destûr neda tirs li ser dilê min serwer be’
Buşra El-Suleyman anî ziman ku pêşketina wê hiştiye ku ew bi dildarî bikeve nav tevgerên femînîst û li dijî zewaca zarokan, tundî û gelek mijarên din xebatên hişyariyê daye meşandin. Buşra El-Suleyman dibêje: “Di civaka me de pirsgirêkên ku jin dijîn hene û min ji xwe re mîna erkekî dît ku ez bibim dengê her yek jinên ku van pirsgirêkan dijîn.” Buşra El-Suleyman têkildarî bandora Navenda Karsaziya Amal jî wiha dibêje:
"Navend di nav jinên gund de xwedî navûdengeke baş bû û bi demê re bû cihê yekane ku tê de dikarin bi azadî behsa êşên xwe bikin û şîretên alîkariyê jê werbigirin. Her roj bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jin fêr bûne ku çawa bi tundiya nav malê re rûbirû bibin û çawa li hember tundiyê tevbigerin. Her ku bandora Navendê li ser civakê zêdetir bû li meclisa herêmî tiştên ku em dikin baş nehat pêşwazîkirin. Gotin ku tiştên em dikin sînoran derbas dike, li dijî kevneşopiya herêmî ye û navenda me hat sûcdarkirin. Fikrên ecêb ahtin belavkirin. Piştî van rewşan hemuyan min nameyên bi def girtin. Di nameyê de wiha nivisîbûn, ‘Ger ku hûn mafê jinan bi wan bidin nasîn û hişyariyê bi wan re bidin avakirin em ê navenda we bigirin, ger hûn li gor vê tevnegerin emê jiyana we bikin canime’. Min destûrê neda ku tirs li ser dilê min serwer be. Min dizanî gelek jin girêdayî vê navendê ye û em nikaribûn wan bihêlin.”
Xebatên xwe didomîne
Buşra El-Suleyman dibêje ku navend bi gelek gefan re rû bi rû hatiye, deriyên navendê hatiye şikandin û li ser dîwaran pêyamên bi gef hatiye nivîsandin. Buşra El-Suleyman got: “Dema ku me xwest em pirsgirêkên xwe ji rayedaran re bêjin, em hatin redkirin. Piştî ku me guhdar kirin li dijî me kampanya medyayê hat destpêkirin. Ji bilî xwe parastinê tu bijarteyê me nînbû. Ji ber vê me banî jinên ku bi me re kar dikin kir û me biryar da ku em li dijî van êrişan rawestin. Jinên ku ji tundiya malê rizgar bûbûn û alîkarî didan me hebûn.” Buşra El-Suleyman herî dawî dibêje: “Ez giraniya pirsgirêkên xebatê yên dikeve ser milê min hîs dikim. Ez ê xebatên xwe bidomînim. Divê em bibin dengê jinan.”