Li Şengalê şahiya 8’ê Adarê bi stran û govendê bidawî bû

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi dirûşma ‘Bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî ber bi civaka demokratîk ve’ li Şengalê hatibû destpêkirin, bi stran û govendan bidawî bû.

Şengal – Li Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi dirûşma ‘Bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî ber bi civaka demokratîk ve’ hatibû destpêkirin, bi peyaman berdewam kir.

Di şahiyê de peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), peyama sazî û dezgehên rêveberiya xweser hatin xwendin. Di peyaman de 8’ê Adarê li hemû jinan hat pîrozkirin û hat gotin ku dê her rojan bikin roja 8’ê Adarê û têkoşînê.

Piştî peyaman Koma Hêviyên Şengalê ku ji zarokan pêk tê, derket ser dikê û koma zarokan bi stranên xwe dilê her kesê xweş kirin.

Her wiha piştî Koma Hêviyên Şengalê, şahiya 8’ê Adarê bi stran, govend û dirûşmeyan bidawî bû.