Aştî Refîq: Jin di rêveberiyê de biser ketine
Rêvebera Peymangeha Hunerê Ciwan a Koye Aştî Refîq têkildarî cihê jinê yê di peywira rêveberiyê de got ku “Jin di rêveberiyê de gelek serkeftî ne. Divê jin di hemû pêwirên bilind de cihê xwe bigrin.”
ŞILÊR KOYE
Koye- Girîngiya wergirtina peywira bilind a jinan û beşdariya jinan a di navendên biryardanê de, tenê ne mijara wekheviya zayendî ye. Pêwîstî bi stratejiya pêşketina her civakê heye. Dema jin dighên lûtkeya desthilatê û rêveberiyê, ceribandin û nêrînên cûda didin pêvajoyên piryardayînê. Li gorî lêkolînan, ew saziyên ku jin tê de rêveber in, kar û berhemên wan zêdetir in. Hêza jinan a bilind avakirina hevsengî û çareserkirina pirsgirêkan a bi awayê dîplomasî heye, ji derveyî wê jî hebûna jinan di peywira bilind de dibe çavkaniya îlhamê. Bi kurtasî, civakek ku were paşguhkirin, mehkûmî windakirina derfetên zêrîn tê kirin.
Niha cihê kêfxweşiyê ye ku li bajarekoke wek Koye, di piraniya rêveberiyan de peywira bilind a jinan heye. Zêdeyî 7 rêveberên jin ji derveyî rêveberên dibistanan û baxçeyan hene. Yek ji rêveberên serkeftî , rêvebera Peymangeha Hunerên Ciwan a Şehîd Cehferî Koye, Aştî Refîqe ye ku bi awayek serketî dixebite.
‘Divê jin bi wîjdan û bawerî kar bikin’
Rêveberiya peymangeha Hunerên Ciwan a Koye Aştî Refîq, têkildarî cihê jinê yê di peywirên rêveberiyê de wiha got: “Jin di rêveberiyê de li her cihên lê bin, gelek serkeftî ne. Ji ber wê bi rêya ajansa we, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê dikim ku cûdahiyê neke navbera jin û mêran. Girîngî bidin rola jinan. Ji ber ku jin di rêveberiyê de gelek serkeftî ne. Ev sedem wisa dikin ku jin di rêveberiyê de hê zêdetir serkeftî bin, jin hê zêdetir di karan de baldar in. Jin hewl didin cihê xwe bi parêzin û qayîm bin. Divê jinên serkeftî bi wijdan û bawerî kar bikin û çawa di nava malbat û zarokan de dadperwerî dibe, di karê xwe de jî wisa be.”
‘Divê jin di hemû peywîrên bilind de cih bigrin’
Aştî Refîq da zanîn ku jin ji erkê xwe zêdetir dixebitin, diwestin û xizmetê ji bo bajarên xwe dikin û wiha got: “Jin di her peywirê de serkeftî ne, divê jin di hemû peywîrên bilind de cih bigrin. Ji ber ku jin zêdetir bi bandor in û kêm û kurtasiyan zêdetir dibînin û çareser dikin. Jin dikarin di peywiran de nûbûnan çêkin. Kesayetek mezin a jinan heye. Bê sedem negotine bihuşt di bin lingê dayîkê de ye. Em jin ji zaroktîyê ve wisa fêr bûne, maldariyê bikin, karê rêveberiyê bikin. Ji ber wê ew di mejiyê me de maye ku çawa îdareya karê xwe bikin. Divê jin parastina xwe bikin û cihê xwe biparêzin. Aram bin û bi bi taybetî niha kesayata xwe biparêzin. Ji ber xebat zor bûye, erkê jinan du qatî yê mêran e. Li gel vê yekê jî, astengiyên li dijî jinan û kesên li dijî wan disekinin hene. Ez her carê dibêjim jin keştiyek herdû aliyên wê avê digre ne. Tu dê rêya xwe bibînî û aliyê xwe bi xwe diyar bikî.”
‘Min her tim nûbûn çêkir’
Aştî Refîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek jinekê dema min dest bi kar kirî, min tenê bala xwe neda ser karê rêveberiyê. Bi desteka mamoste û xwendekaran min hewl da nûbûnan bikin. Min gelek mihrîcan li dar xist. Min gelek xizmetên pîroz kir, hêvîdar im zêdetir xizmetê bikim.”