Li Şamê jinek hate qetilkirin
Li paytexta Sûriyeyê Şamê, jinek ji aliyê hevjinê ve bi çekê hate qetilkirin. Mêrê ku hevjîna xwe qetilkir, piştî bûyerê bi heman çekê xwe jî xwekuşt.
Navenda Nûçeyan – Li Kolana Arubahê ya li Kampa Yarmûkê ya başûrê Şamê, jinek ji aliyê hevjinê ve bi çekê hate qetilkirin. Mêrê ku hevjîna xwe qetilkir, piştî bûyerê bi heman çekê xwe jî xwekuşt.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), kiryar beriya niha di encama qezeyekî de şiyana xwe ya tevgerê windakiriye. Li gorî agahiyên destpêkê sedema sereke ya qetilkirina jinê pirsgirêkên aborî û şert û mercên jiyanê yên zehmed ên li herêmên di bin kontrola cîhadîstên HTŞ’ê de ye.
Li gorî agahiyan, ji destpêka sala 2025’an û vir ve li bajarên cûda yên Sûriyeyê 386 bûyerên cînayet û cînayetên kiryar nediyar hatiye tomarkirin. Di encama van bûyeran de 31 jê zarok û 72 jê jin bi giştî 443 kes jiyana xwe ji dest dan.