Hejmara 16’an a Kovara Afaq el-Mara derket
Kovara ‘Afaq el- Mara’ xwe mîsyona pêşkêşkirina mijarên der barê jinan ên rojane, agahî, çandî û fikrî ye. Hejmara 16’an a Kovarê pirsgirêkên nûjen ên jinan eleqedar dike digre dest û hedef dike ku civakê der barê girîngiya rola jinan de hişyar bike.
Qamişlo – Di valahiya vîzyona jin û netewperestiyê de, ji nû ve bidestxistina nasname û avakirina azadiyê, weke projeyek mirovî ku beşdariya jinan di her qadê jiyana siyasî, civakî û çandî de dike navend şikil digre. Jin di riya netewbûnê de ne rêgezek e, hevkara rast a hişyariya kolektîf e, parêzeriya bîra hilberîna nirx û agahiyan e û aktorek bi bandor e yek jî dîmankên bingehîn ên guherîna domdar a civakê ye.
Kovar balê dikşîne ser rola jinan
Hejmara 16’an a Kovara ‘Afaq el-Mara’, bi mêzekirina jinan, pencereyeke berfireh ku têgînên welat û netewperestiyê digre dest vedike. Kovar rolên cuda yên jinên ku ji dîrokê ve heta niha ji parastina nasnameyê bigre heta beşdariya aktîf a jiyana civakî û siyasî lêkolîn dike. Kovar di vê hejmarê de diyar dike ku pêşeroja welatek, têkiliya wê rasterast bi beşdariya jinan a pêvajoyên biryardayînê heye û netewperestiya rast, jinan di hemû qadên civakê de bi xwedîbûna dengê bi bandor û hebûnek were dîtin dê gengaz be.
Kovar mijarên wek bîra çand, ziman û dîrokê digre dest
Di hejmara 16’an de li ser geşedanên siyasî yên lezgîn ên li herêmê diqewimin hatiye diyarkirin ku civakek ku girîngî nade jinan, wê ne bi aram bibe, ne jî bi pêş bikeve. Jin ne tenê rêgezeke civakî ne, di avakirina civak û parastina nasnameya neteweyî de hevkarên bingehîn in.
Her wiha Kovar, ji perspektîfa jinan û têgîninê welat û netewperestiyê ji bo ji nû ve bixwîne qadeke agahiyê pêşkêş dike. Têkiliya di navbera nasnameya jinan a şexsî û aîdiyeta neteweyî de nîqaş dike. Rola jinan a di parastina nasnameya neteweyî de ji dîrokê ve digre dest. Di heman demê de di bihêzkirina têgîninên azadî û welatîbûnê de zoriyên ku jin rastî wan tên diteyîsîne û têkoşîna neteweyî bi daxwaza edaleta civakê tîne beramberî hev. Kovar mijarên weke bîra çand, ziman û dîrokê digre dest.
Di kovarê de hat destnîşankirin ku netewperestiya rast, bi qebûlkirina jinan weke hevkarên tam ên pêvajoya biryardayînê gengaz dibe. Azadiya siyasî û civakî, bi bihêzkirina jinan û zêdekirina beşdariya wan di hemû qadên jiyanê de girêdayî ye.