HRW ji bo parêzvanên mafên mirovan bang kir
HRW daxwaza serbestberdana Nêrgîz Mihammedi û parêzvanên mafên mirovan ên din kir.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) derbarê binçavkirina çalakvanên mafên mirovan li Îranê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniyê tekez kir ku binçavkirin binpêkirineke eşkere ya azadiya ramanê û mafê civînên aştiyane ne û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan, di nav de Nêrgîz Mihammedi, Sepideh Goliyan, Buran Nazimi, Haştî Amirî, Elî Motelibzadeh û Elî Edînezadeh, tenê ji ber çalakiyên xwe yên aştiyane bûne hedef.
HRW diyar kir ku divê rayedarên Îranê tavilê û bê şert û merc hemû binçavkirinan bi dawî bikin.