‘Girtina jinên Tûnisê binpêkirina edalet û mafên jinan e’
Jin û mêrên beşdarî xwepêşandanê bûne, banga berdana girtiyên siyasî yên jin û mêr kirin. Her wiha bang kirin ku bêmafiya li ser Tûnisê didome were bidawîkirin.
Tûnis – Yekîtiya Parastina Mafên Mirovan a Tûnisê, li Tûnisê meşek li dar xist. Meşa ku li ber avahiya Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê destpê kir, rêxistinên jinan û mafên mirovan û komele beşdar bûn. Di meşê de paşketina azadiyê û girtiyên siyasî yên nayên berdan hat protestokirin.
Yekîtiya Mafên Mirovan a Tûnisê, diyar kir ku di qada navneteweyî de, di pergala mafên mirovan a gerdûnî de paşketin zêde dibe, da zanîn ku heta sala 2025’an rewşa Tûnisê ji ber krîzên siyasî, aborî, civakî û derdorê ketiye nava hev, ber bi pêvajoyek tevlîhev ve diçe di vê pêvajoyê de binpêkirinên sîstematîk ên li dijî mafên mirovan û azadiyê zêde dibin.
‘Rojnamevan bi riyên cuda tên hedefgirtin’
Yekîtiyê ragihand ku di nava salekê de, pêkanînên ku azadiya wan sînordar dikin û binpêkirina mafên mirovan zêde bûne, ji derveyî muxalif û aktivîstên siyasî û civakî, li dijî aktivîstên jin, li ser dozên wek ‘bêbingeh’ hatine şopandin binçavkirin zêde bûne, di van dozan de şertê herî bingehîn ê darizandina edlî nîn e. Îfade kir ku di pêvajoyên mijara gotinê de mafên bingehîn binpê dike û gelek deman li dijî her cure muxalîfan sûcdariyên xayîntî û kampanyayên kişkişandinê şopandiye. Rojnamevanên serbixwe jî vê yekê bêpar nemane, ji ber xebatên rojnamevaniyê, der barê wan de lêpirsîn tên vekirin, tên binçavkirin û cezayê girtîgehê li wan tên birîn, di heman demê de bi armanca bêdengkirina saziyên medyayê yên serbixwe û kontrolkirinê, bi riyên cuda tên hedefgirtin.
Xwepêşandaran, zêdebûna zextên li ser rêxistinên civaka sivîl, domandina dozên bê bingeh, avêtina girtîgehan a gelek aktivîstên jin û derxistina biryarên sekinandina xebatên hinek rêxistinan bêyî sedemek hiqûqî, şermezar kirin. Di heman demê de bal kişandin ser zêdebûna kampanyayên reşkirin û xiyanetê yên ku van saziyan dikin hedef.
‘Tekane riya rizgariya Tûnisê û berdana Abir Musî, qadin’
Ji Partiya Destûre Bingehîn a Hur (PDL) aktivîst Senusî da zanîn ku îro daketina qadan ji beriya her tiştî ji bo destekdayîna Tûnisê ye û got: “Lîdera partiyê Abir Musî beriya du rojan 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, Musî bi sûcên bê bingeh hatiye girtin, ev sûcdarî bi belgeyan bê bingehin. Ji 2011’an heta niha ji ber hewldanên rizgarkirina Tûnisê û heskirina welat hikumek bê maf û bê edalet dane Abir Musî. Abir Musî, piştî ku Tûnis darbeya ceribandina azadî û modern girt, ji krîzên derketî holê, hewl daye welat rizgar bike. Ev ceribandin îro hê ji derveyî zext, zoriyê û zilmê, rû birûyî hilweşîna aborî û civakî ye.”
‘Mafên jinan tê hedefgirtin’
Senusî wiha got: “Ji 2011’an heta niha hemû spartinên bingehîn hilweşiyaye, bi rêbazek sîstematîk û bi pilan hemû destekftî kirine hedef. Mafê jinan bi awayek berfireh hatiye hedefgirtin û vê jî rê li ber paşketina destekftiyên ku berê hatiye bi destxistin vekiriye. Ji ber domandina êrîşan, jin du qat mexduryetê dijîn. Saziyên neteweyî kar û barên xwe winda kirine, destkeftiyên têkoşîna ku jinan bi dehan salan daye meşandin, hemû tişên ku berê hatine avakirin hilweşiyane û îro tu deng olan nedaye.”
‘Protesto tekane riya rizgariya welat e’
Senusî di heman demê de bal kişand ser zêdebûna mudaxeleyên derve yên welatên wek Sûriye, Iraq û Lubnan, di çarçoveya projeyên hilweşîner de, gavên ku Îran avêtiye û wiha got: “Daketina qadê, ji bo azadiya Tûnis û li dijî derketina rêveberiya yek mêrî, çareseriya herî guncawe. Protesto tekane rêya rizgariya welate.” Senusî, banga berdana Abir Musî nû kir û da zanîn ku darizandin xwe dispêre sûcên bê bingehîn.
‘Piştevaniya bi jinên girtî re erkek e’
Li aliyê din Elfa el-Halimî îfade kir ku ji ber seknên siyasî û sivîl bi jinên girtî û mehkûman re ku di navbera wan de navê Abir Musî heyî, di nava piştevaniyê de ne û got: “Em bêmafiya li dijî Abir Musî û bêyî tu hincetek sewqkirina girtîgehê û hemû nêzîkatiyên xirab red dikin.”
‘Ev meşa azadiyê ye’
Aktivîsta Femînîst Naile ez- Zaglamî wiha got: “Ev meş li dijî zilm û zextê meşa azadiyê ye. Ji bo teşhîrkirina zextên li dijî mafên mirovan, bi komele, aktivîstên jin û mêr re em li vir in. Girtîgeh tije girtiyên siyasî bûne û parastina wan û soza bilindkirina azadiyê erka me ye.”
‘Destekdayîna girtiyên jin neçarî ye’
Aktivîsta komeleya Hurra Ferial Meskîn destnîşan kir ku ev çalakî ji bo desteka bi girtiyên jin re ye û got: “Beriya du hefteyan aktivîsta siyasî û mafên mirovan Şeyma Îsa di dema xwepêşandanan de bi awayekî kêfî hat girtin û îro dest bi greva birçîbûnê kiriye, ev meş jî parçeyek vê piştevaniyê ye. Îro destekdayîna girtiyên jin, li dijî pêkanînên kêfî, zilm û nêzîkatiyên xirab û darizandinên bê edalet neçarî ye.”