Li Îranê zarokên ji 12 salî mezintir tevlî şer dikin

Karbidestek ji Wezareta Mezin a Mihemed Resûlullah a li Tehranê, diyar kir ku zarokên ji 12 salî mezintir di planeke bi navê "Şervanên ku Welatê xwe ji bo Îranê Diparêzin" de têne bikaranîn. Ev rewş balê dikişîne ser rewşa zarokan di şeran de.

Navenda Nûçeyan – Di demekê ku li Îranê pratîka bikaranîna leşkerên zarok tê sepandin de, îro Serokê Navenda Agahdarî û Têkiliyên Giştî ya Wezareta Perwerdehiyê Huseyîn Sadegî, ji medyaya herêmî re ragihand ku hejmara xwendekarên ku jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe.

Li gorî Serokê Navenda Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Wezareta Perwerdehiyê, ji destpêka şer heta duh (28’ê Adarê), di êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Emerîkayê yên li ser Îranê de 222 xwendekar mirine. Di heman demê de, 4 zarokên pêşdibistanê, 48 mamoste û 7 xebatkarên perwerdehiyê yên teqawîtbûyî jî hatine kuştin. Li gorî raporê, di êrîşên roja Înê de li navçeya Pardîsan a Qumê 20 kesên di nav wan de 6 xwendekar hene, hatine kuştin.

Her çiqas çavkaniyên fermî di pevçûnên dawî de zêdebûna qurbaniyên xwendekar û mamosteyan ragihandin jî, rayedarekî ji Wezareta Mezin a Tehranê ya Mihemed Resûlullah dibêje, îhtîmala bikaranîna zarokên ji 12 salî mezintir a di planeke bi navê "Şervanên ku Welat ji bo Îranê Diparêzin" de heye.

Li gorî raporek ku di televîzyona dewleta Îranê de hatiye weşandin, zarokên ji 12 salî mezintir tevlî hêzên Besîcê dikin. Ji aliyê din ve, binesaziyên perwerdehî û werzîşê jî bûne hedefên şer. Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiyê, bi tevahî 789 tesîsên perwerdehî û îdarî zirar dîtine, di nav wan de 700 dibistan, 40 avahiyên îdarî, 30 meydanên werzîşê, 5 kampên xwendekaran û 14 navendên çandî-perwerdeyî hene.

Ev dane, digel zêdebûna mirina xwendekaran, bikaranîna zarokan di avahiyên leşkerî de û bikaranîna tesîsên perwerdehî û werzîşê ji bo armancên leşkerî, fikarên nû li ser aliyê mirovî yê pevçûnê derxistine holê.

Gelek wêne û raporên ku di rojên dawî de hatine weşandin dide diyar kirin ku çawa hêzên leşkerî li deverên giştî yên wek mizgeft, dibistan û stadyûman de xwe bicîh kirine.