MXDŞ’ê encamnameya kongreya xwe ya 6’emîn eşkere kir

Di encamnameya kongreya 6’emîn a MXDŞ’ê de biryarên girîng ên weke "Kongreya Yekîtiya Êzidiyan" xurtkirina rêxistiniya leşkerî, siyasî û çandî û pêkanîna entegrasyona demokratîk hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan – Encamnameya 6’emîn a Kongreya Asayî ya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyek hate eşkerekirin. Di daxuyaniyê de her wiha plansaziya 2 salan a Meclîsa Gel a Şengalê hat ragihandin.

Berfirehiya encamnameya kongreyê wiha ye:

“Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di 28’ê Adara 2026’an de, di qonaxeke dîrokî û çarenûsî de ku Rojhilata Navîn di nava agirê şerekî giran re derbas dibe, kongreya xwe ya 6’emîn bi tevlîbûna 250 delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, kesayetên olî û civakî li dar xist. Ji aliyê beşdaran ve kongre, wekî daxuyandina vîneke bihêz a li hemberî fermanan û îradeyeke nû ya ji bo avakirina jiyana azad hat pênasekirin. Di destpêka nirxandinên siyasî de bal hat kişandin ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ji salên 90’î ve bi şêwazên cuda berdewam dike ku îro ev şer di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de şênber bûye.

‘Pêngava civaka demokratîk riya rizgariyê ye’

Kongreyê destnîşan kir ku pergala modernîteya kapîtalîst, bi hişmendiya serweriya mêrsalarî, nijadperestî û olperestiyê civakan parçe kiriye û cîhan xistiye nava krîzeke ku nayê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de, hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîst tu carî wekî vê serdemê gel û civak neanîne hemberî hev û ev krîz tenê bi paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha azadiya jinan, civaka demokratîk û ekolojiyê dikare bê derbaskirin. Li gorî nirxandinên kongreyê, “Pengava Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, ji bo civaka Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn yekane riya rizgarî û demokratîkbûnê ye.

‘Divê pergala komînan were xurtkirin’

Di warê rêxistinî de, kongreyê xebatên du salên borî bi rexne û rexnedayînên kûr nirxand. Hat ziman ku tevî hemû êrîşên leşkerî, siyasî û fikrî yên derve û hundir, civaka Êzidî bi saya pergala xweparastina cewherî û vîna xwe ya rêxistinkirî dikaribûye hebûna xwe biparêze û planên qirkirinê pûç bike. Yek ji serkeftinên herî mezin a di van du salan de, pêşwazîkirin û bi bicihkirina malbatên Êzidî yên ku ji kampan vegeriyane ser axa xwe ya pîroz e. Lê belê kongreyê kêmasiyên di warê perwerde, zanakirin û rêxistinkirina gel de jî veşartî nehişt û biryar da ku ev nebesî bi riya xurtkirina pergala komûnan bên çareserkirin. Ji bo rêveberiyeke çalaktir û demokratîktir bê avakirin, di pergala meclîsê de guhertineke girîng hat kirin. Li şûna sîstema berê ya bi qasî sed endaman, pergala meclîsê ya ji 51 endaman, du hevserok û du cîgirên hevserokan hat erêkirin.

‘Azadiya Êzidiyan û Rêber Apo pêk ve girêdayî ne’

Mijara jinê û ciwanan di kongreyê de wekî stûna sereke hat destgirtin. Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên civakî û tundiya li dijî jinan ku çavkaniya xwe ji hişmendiya mêrsalarî digre, tenê bi xebatên bîrdozî û rêxistinî yên xurtir dikare bê rakirin. Kongreyê biryar girt ku di avakirina civaka demokratîk de jin û ciwan bibin pêşengên sereke yên her qadê. Di heman demê de, hat destnîşankirin ku hebûn û azadiya Êzidiyan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Di kongreyê de hat ziman ku heta Rêber Apo bi awayeke fizîkî azad nebe, gefa jenosîdê li ser civaka Êzidî û gelên bindest bi dawî nabe. Ji ber vê yekê, beşdarên kongreyê biryar dan ku pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Şengalê bi çalakî û rêxistinbûneke bi bandortir bimeşînin û vê yekê weke mîsogeriya hebûna xwe bibînin.

‘Kongreya Yekîtîya Êzidiyan were avakirin’

Yek ji biryarên herî stratejîk û dîrokî yên kongreyê, xebata ji bo pêkanîna “Kongreya Yekîtiya Êzidiyan” bû. Armanc ew e ku di nava du salan de hemû Êzidiyên ku ji ber zextan ji ser warên xwe yên Şengalê û derveyî Şengalê koçber bûne û li cîhanê belav bûne, di bin sîwaneke civakî û fikrî de bînin cem hev. Di warê dîplomasiyê de jî kongreyê rexneyên giran li Iraq û dewletên din girtin ku tevî derbasbûna 11 salan hîn jî fermana li ser Êzidiyan bi temamî nas nekirine. Biryar hat girtin ku xebatên dîplomatîk bên xurtkirin da ku ne tenê ferman bê naskirin lê belê statû û mafên rewa yên civaka Êzidî jî di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de û di qada navneteweyî de bên naskirin.

Têkildarî parastina cewherî, kongreyê bi mînaka ku “gul bi striyan xwe diparêze” destnîşan kir ku tu zindî bê xweparastin nabe û civaka Êzidî ya ku bi dehan ferman dîtine dê di aliyê leşkerî, çandî û siyasî de xwe hîn zêdetir bihêz bike.

Naskirina mafên Êzidiyan û entegrasyona demokratîk

Di dawiyê de, kongreyê li ser projeya çareseriya siyasî û “Entegrasyona Demokratîk” a bi Iraqê re rawestiya. Hat diyarkirin ku siyaseta tesfiyekirinê ya ku Iraqê di bin zextên derve de dimeşand, hem bi Iraqê û hem jî bi gelên wê daye wendakirin. Meclîsa Xweser a Şengalê destnîşan kir ku li Iraqê ol û neteweyên cuda dijîn; ji ber vê yekê, naskirina mafên Êzidiyan di çarçoveya “Neteweya Demokratîk” de dê bibe mifteya demokratîkbûn û aramiya tevahiya Iraqê. Kongre bi hilbijartina rêveberiya nû û bi biryardariya avakirina jiyaneke azad li ser axa pîroz a Şengalê, bi serkeftî bi dawî bû.’’

Li gel encamnameya kongrê her wiha plansaziya 2 salan a kar û xebatên Meclîsa Gel a Şengalê jî hat ragihandin.

* Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn û civaka Êzîdi ye. Li ser vî esasî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe navenda hemû xebatan.

* Bi helwest û zanebûna riya xwegihandina civaka demokratîk ji komînan derbas dibe, di hemû gundan de komîn werin avakirin.

* Destpêkê dewleta Iraqê û dewletên ku jenosîda Êzidiyan nasnekirine, ji bo jenosîd bê naskirin xebat bê meşandin. Konferanseke li ser jenosîda 3.8.2014’an were lidarxistin.

* Ji bo yekîtiya Êzîdiyan destpêkê li Şengalê û li her cihê ku Êzidî lê dijîn xebat werin meşandin û di encama vê xebatê de Kongreya Yekîtiya Êzîdiyan were lidarxistin.

* Ji bo çareseriya demokratîk a Şengalê destpêkê bi hikumeta Iraqê re, bi hemû aliyên siyasî yên Iraq û cîhanî re têkilî bên danîn.

* Ji bo îndîmaca (entegrasyona) demokratîk, bi dewleta Iraqê re were kirin, li ser hîmê civaka demokratîk û zagonên Iraqê projeya çareseriya Şengalê were amadekirin.

* Ji bo yekîtiya Şengalê bi hemû gel, bawerî, çand û zimanan ve xebatên hevpar bên meşandin.

* Ji bo yekîtiya siyasî ya Şengale, Heya Tensîqî ya heyî were xurtkirin û piştgirî lê were zêdekirin.

* Ji bo tifaqa siyasî ya Êzidiyan, Meclîsa Gel di nav tevgerê de be û çi dikeve ser milên wê pêk bîne.

* Ji bo parastina civakê li ser esasê xweparastinê, li hemû gundan xebat bên meşandin.

* Ji bo dengê Şengalê û civaka Êzîdî bigihîje her derî dîplomasiyeke xurt were meşandin. Bi vê ve girêdayî bi gel û bawerîyan re û beşên civakê yên bindest re têkiliyên stratejîk werin danîn. Bi aliyên dewlet, desthilatdarî û hwd. re li gor mesleheta gelê Şengalê têkilî bê danîn.

* Pêşengî ji bo xebatên yekîtiya hêzên parastinê yên civaka Êzidî û gelê Şengalê were kirin.

* Li hemberî rizîna ku di nava civakê de weke seretanek belav dibe û di encamê de heta xwekuştinan diçe, bi fikir û ramanên azadiya jinê û civaka demokratîk têkoşîn were meşandin.

* Li dijî her cure tundî û zîhniyeta mêrê serdest li ser fikra azadiya jinan di nav hemû pêkhateyên meclîs û civakê de xebatên perwerde û rêxistinkirinê bê kirin.

* Ji bo xwezaya Şengalê ku hatiye texrîbkirin, xebatên parastin û geşkirina xwezaya Şengalê were destpêkirin, xebatên ku hişmendiya ekolojik pêş bixe werin meşandin.