Du romannivîs di pêşbirka Xelata Booker a Erebî de pêşengiyê dikin
Derdorên wêjeyî bi kelecan li benda eşkerekirina xelatgirê Xelata Booker a Erebî ya 2026’an in, ji ber ku du romannivîsên ku berhem pêşkêş kirine ku bîr, dîrok, nasname û mirovahiyê li hev dicivînin, di nav pêşbaziyê de ne.
Navenda Nûçeyan – Xelata Navneteweyî ya Çîrokên Erebî "Booker" ya 2026’an hebûna romannivîsên jin ên Ereb a berbiçav nîşan da. Ji ber ku du roman gihîştin navnîşa kurt, ku bi nêzîkatiyek kûr a mirovî û vîzyonek vegotinê ya cûda têne naskirin: "Li jor serê min ewrek" ji hêla nivîskara Misrî Doaa Ibrahim û "Nebûna Gulanê" ji hêla romannivîsa Lubnanî Nejwa Barakat ve.
Herdu roman gelek mijaran çareser dikin. Ji bîr, nasname û trawmaya psîkolojîk bigre, heta veguherînên bajarên Ereb û têkoşînên navxweyî yên mirovan û pirsên hebûnî yên ji hêla jiyana hemdem ve têne ferzkirin.
Romannivîsa Lubnanî Najwa Berakat berhemeke pêşkêş dike ku karakterê "Maî", jineke 80 salî ya wek navenda vegotinê digre. Dema ku ew bi tena serê xwe di apartmana xwe de dijî û veguherînên Beyrûdê li dora xwe temaşe dike. Roman kûr diçe ser bîranînan, pirsên li ser tenêtî, pîrbûn û bajarekî ku bi pîrbûna niştecihên xwe re diguhere derdixe holê.
Najwa Berekat bi ezmûna xwe ya damezrandî ve romannivîs, wergerandina berhemên xwe ji bo gelek zimanan û destpêşxeriya xwe ya perwerdekirina nivîskarên ciwan, a bi rêya bernameya xwe ya wêjeyî tê nasîn.
Nivîskara Misrî Dûaa Ibrahîm bi rêya karakterê "Noha" romaneke psîkolojîk a dijwar pêşkêş dike. Ew hemşîreyek e ku nîşanên tundiya malbatî ya kevin li ser xwe hildigre û bi nakokiyên navxweyî û pirsên hebûnî yên têkildarî nasname û çarenûsê re rûbirû dimîne.
Dûaa Ibrahim bi şiyana xwe ya analîzkirina derûniya mirovan tê naskirin û berhemên wê yên berê xelatên wêjeyî yên girîng girtine. Ev yek jî hebûna wê di lîsteya kurt de kariyera wê ya bilind dirêj dike.
Biryar e xelatgira xelatê roja Pêncşemê 9’ê Nîsanê li Ebû Dabî di merasîmekê de were eşkerekirin. Di nav bendewariyeke mezin a derdorên wêjeyî de ku bizanin kîjan ji 6 berheman dê îsal sernavê Booker hilgire.