Hejmara 161 a Kovara Jinê derket

Hejmara 161 a kovara Jinê bi berga “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hat weşandin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 161’an a kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hat weşandin.  

Di hejmara nû de bal hat kişandin ser keda jinan a nayê dîtin, pozîsyona wan a di nava civakê de û newekheviyên tên kirin.

Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:

*Qurbaniyên ewil ên milkiyetê, kirdeya azadiyê jin / Dîlan Yildiz

*Keda nayê dîtin, kedxwariya hatiye rewakirin: Çîroka keda jinê / Rojbîn Kezîban Barût

*Xeta asoyê ya femînîzmê: Keda nayê dîtin / Burçak Sel

*Jin û zarokbûna di serdema cinawiran de / Gulîzer Îpek

*Rastiya me ya di rûpeleke salnameyê de: Nîşeya Garîbeyê ya ji dîrokê re / Meryem Agar