Kongra Star: Berxwedana jinên Kurd nayê şikandin

Kongra Star, bertek nîşanî birîna keziyên jinên Kurd da û destnîşan kir ku hewldanên dijminan dê bi ser nekevin.

Navenda Nûçeyan- Kongra Star a li bajarê Dirbêsiyê daxuyanî da, balkişand li ser êrîşên li dijî jinan.

Koordînasyona Kongra Star a Dirbêsiyê, der barê sûcê çeteyekî rêveberiya demkî de ku piştî keziyên şehîdeke Kurd birî, daxuyaniyek da. Daxuyanî, ji hêla endama Kongra Star Nisrîn Xelîl ve li ber Mala Jinan a li bajêr bi beşdariya bi dehan jinan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca sûcên çeteyan li dijî jinên Kurd ew e ku îradeya wan bişikînin û wan bê deng bikin û got: "Lê hewldanên dijminan dê bi ser nekevin."

Daxuyaniyê da zanîn ku êrişa li dijî jinên Kurd ne tenê bi kuştina fîzîkî ve sînordar e, lê di heman demê de êriş li dijî nîşan û sembolên wan jî tên kirin. Her wiha bûyera birîna keziyên şervanekê piştî şehadeta wê, bi bîr xist û destnîşan kirin ku ev sûc tirsa dijmin a ji jinên Kurd û porê wan nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Kurd dê her pêşengên berxwedanê bin û bê deng nemînin, lê dê têkoşîna xwe bidomînin û rûmeta xwe û azadiya gelê xwe biparêzin û hate gotin: "Her keziyeke porê jineke Kurd nîşaneya îradeyê ye ku nayê şikandin.”