Komkujiyên jinan û mirinên bi guman di rojeva Meclîsê de ne
DEM Partiyê di serî de Wan, li Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiyên jinan û mirinên bi guman ku li pey hev tên jiyîn, anî rojeva Meclîsê.
Navenda Nûçeyan – Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderan Varlî di serî de Wan, li gelemperî Kurdistan û Tirkiyeyê, komkujiyên jinan û mirinên bi guman ku li pey hev tên jiyîn, bir rojeva Meclîsê. Di pêşnûmebiryara ku radestî Wezareta Edalet û Karê Hundir hatiye kirin de, hate diyarkirin ku li beramberî pirsgirêkên pir alî ku li Wanê jin dijîn de mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinên bi bandor nehatine pêkanîn, ev rewş bûye sedema zêdebûna binpêkirinên mafê jiyanê. Hate destnîşankirin ku piştî pêkanîna qeyûm, komkujiyên ku di salên dawî de hatine jiyîn, nîşan dide ku tedbîrên heyî li qadê di asta parastinê de nehatine pêkanîn.
Di pêşnûmebiryarê de hate ragihandin ku ji derveyî polîtîkayên bêcezahiştinê, di televîzyon û medyayê de tundî hatiye rewakirin û wiha hat gotin: “Tundiya ku li gelemperî civakê zêde bûye, di naverokên bernameyên televîzyon, platformên dijîtal û medyaya dijîtal de, tundiya li dijî jinê hatiye jirêzêkirin. Bi hûrgilî vegotina navreokên tundiyê û ragihandin nebûna mekanîzmayên têrker ên kontrolê, zemînê ji normalbûna tundî û bêcezahiştinê, di asta civakî de ji nûve were hilberandin, amade dike. Ji ber vê tundiya li dijî jinan û li kêleka wê tundiya civakî ya zêde dibe, girtina tedbîrên şênber êdî bûye rewşek ku neyê taloqkirin.”
Ev pirs ji wezaretan hatin kirin:
“* Xebatên ku wezaret ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan û kuştinên jinan ku di mevzuata ku di meryetê de heye, kîjan in?
* Di çarçoveya qanûna hejmar 6284’an de biryarên parastin û tedbîran ên hatine dayîn, derbarê şopandina pêkanîn û kontrolkirinê de kîjan mekanîzma tên bikaranîn? Derbarê vê de kontrolên ku di sala dawî de hatin kirin çima ji raya giştî re nehatin eşkerekirin?
* Lêpirsînên derbarê kuştinên jinan û mirina bi guman a jinan û di pêvajoyên bi encambûnê de derbarê bihêzkirina cezayên giran de sazûmaniyek nû ya zagonî an jî xebatên îdarî tê plankirin? Di vê çarçoveyê de, dozên ku tên meşandin û biryarên tên dayîn ji bo di civakê de werin dîtin û hişyarî bide avakirin pêkanîn û polîtîkayek çawa tê meşandin?
*Sînordarkirin daxistina ceza ya derbarê kiryar de tê pêkanîn an jî derbarê ji nûve sazûmankirinê de xebetên ku di nava saziyan de hatî plankirin kîjan in?
* Bi armanca pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan, derbarê bihêzkirina hevkariya kar a di navbera rêveberiyên xwecihî û îdareya navend de kîjan gavên şênber hatine avêtin? Ev xebat ji bo gihandina gundewar û herêmên dûr wê çawa pêk bê?
*Ji bo kontrolkirina naverokên tundiyê ku di medya û platformên dijîtal de cih digrin û bi armanca ku ev naverok bandorên wê yên civakê kêm bike, kîjan tedbîrên sererastkirin û pêşîlêgirtinê tên pêkanîn? Her wiha di platformên mijara nûçeyê de li cihê ku naverokên ku tundiyê normal dike, kîjan xebat û polîtîkayên ku pêşiya vê digrin tên meşandin?
* Bi armanca hişyarkirina civakê, kîjian xebatên perwerde, bernameyên pêşîlêgirtin û hişyariyê tên meşandin?”