Keziyên me jinan bi azadiyê tên hûnandin!

Li şûna ew keziyên ku hatine birîn, îro bi milyonan kezî tên hûnandin. Li wargeha penaberan a Mexmûrê jî bav, bira û hevjîn li dijî bêrêziya çeteyan keziyan hûnandin û gotin wê her mûyek keziyên jinan îrade û rûmeta wan bihêz bike.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Min ji dîrokê pirsî, hebûna mirov çawa bi wate û xweşik dibe? Dîrokê rûpelên xwe vekir û lê geriya, li hebûnê pirsî, li xweşikbûnê pirsî, li jiyanê pirsî, pirsî û pirsî, lê encama hemûyan wekhev bû, jin. Dîrokê qala jinê ji min re kir, got, jin hebûna wate û xweşikbûnê bi xwe ye. Jiyan di rehma jinê de dixuliqe, zindî dibe û gerdûnekê ava dike. Jinê her tim ava kir, parast û bi wate kir. Mirov dikare bêje hebûna jinê bi xwe şoreşek e li gerdûnê. Şoreşa jiyanê. Lê dema em lê dinhêrin jiyana ku bi destê jinê hatî avakirin îro dixwazin ji destê wê bigrin, ji bo wê bi her şêweyî êrişî jinê dikin. Bi taybetî jina Kurd ku îro temsîliyeta azadiyê ya tevayî cîhanê dike, li beramberî tevayî sîstema desthilatdar a hebûna jinê tinedike şerekî bê eman dimeşîne. Di her qadê de li kêlekek berxwedan li kêleka din jî têkoşîn, jina Kurd şer dike.

Di çanda Kurd de kezî çi ye?

Şerê ku jina Kurd dide, şerê jiyanê ye. Şerê afirandina jiyanê ye, ku hêza xwe ji heskirina welatê xwe digrin. Di bin her şert û mercî de bi hêza xwe ya ji welatê xwe girtine têkoşîn dikin. Çiyayên welatê xwe dikin palpişt, deşt û zozan dikin rêheval û bi hûnandina keziyên xwe şoreşê dimeşînin. Keziyên ku ji dayîka me mîras mayî, îro di çeperên herî pêş ên şer de îradeya me, hebûna me temsîl dike. Bi taybetî keziyên ku nasnameya jinê îfade dike, îro li Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên dijminê jinê, destanan dinvîsin. Dema em li çanda Kurdî dinhêrin, di çanda jina Kurd de hûnandina keziyan ne tenê xemilandin e, rumet, nasname û berxwedan e. Li hember zehmetiyan bi qasî heybeta çiyayên Kurdistanê, sekinîn û têkoşîn e.

Ew destên qirêj nikarin dest bavêjin hebûna jinê

Me gava din jî behsê kir, li Rojavayê Kurdistanê jin niha destanan dinvîsin. Di bin navê Îslamiyetê de çeteyên ku mirov naxwaze binav jî bike, li hember jinan kiryarên dermirovî dimeşînin. Bi taybetî jî li hember şervanên jin. Bi destên xwe yên qirêj dest davêjin keziyên jinan. Lê ew nizanin ew destên qirêj nikarin dest bavêjin hebûna jinê. Ew difikirin ku wana keziyên jinekî Kurd birîne, lê ew ne tenê qevdek por e, ew destavêtina sebra gelek e jî. Her keziyek duayek dayîkek, her mû xeyalên sibe yên zarokên keç e. Ew porê jina Kurd a qehreman li erdê neket, ji ber ku jina Kurd ne wek xakê ye ku dema tê birîn kêm dibe, berevajî wê ew koka xwe hîn zêdetir bihêz dike.

Her mûyek keziyên min wê îrade û rûmeta min bihêz bike!

Ew ên wisa dizanin ku rûmet bi meqesek tê têkbirîn, nizanin ku hêz, bawerî û qehremanî ne di por de, di dil de tê hûnandin. Her hûnandina keziyek berxwedanek e. Li şûna ku keziyên ku hatine birîn, îro bi milyonan kezî tên hûnandin û di her hûnandinek de jin dibêjin; Ey dijminê jinê! Guh bide min! Ne bêje qey te keziyên min birî, te min tine kir, ezê bi her hûnandinek keziyên xwe li hember te li berxwe bidim. Her mûyek keziyên min wê îrade û rûmeta min bihêz bike! Keziyên jina Kurd destên te yên qirêj nas nake û serê xwe natewîne. Û bizane dema ez kîna xwe ya li hember te dihûnim, wê li kêleka min bavê min, birayê min û hevalê min ê jiyanê li hember te rabe û wê bi milyonan keziyên Edulêyan bihûnin.