KCDP: Mirinên şikbar ên jinan zêde dibin, bêcezayî jiyanê dike xeteriyê

Nûnera Stenbolê ya Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglu, bal kişand ser kuştinên jinan û mirinên şikbar ên jinan ku di salên dawî de zêde bûne û got ku bêcezatî mafê jiyanê yê jinan dike xeterê.

ELÎF AKGÜL

Stenbol – Mirinên şikbar ên jinan di salên dawî de bûne pirsgirêkek ku her roj zêdetir tê dîtin. Li gorî rapora sala 2025’an a Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), herî kêm 294 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, cenazeyê 297 jinên bi awayekî şikbar mirine, hatin dîtin. Li gorî vê tabloyê, hejmara mirinên şikbar ên jinan ji kuştinên jinan jî derbas bûye.

Rapora Çileya 2026’an a KCDP’ê jî tabloyek wiha nîşan dide. Li gorî raporê, di meha yekem a salê de 22 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin, 14 jin jî bi awayekî şikbar mirî hatin dîtin. Di meha Sibatê de jî 23 jin hatin kuştin, mirina 29 jinan jî wekî şikbar hat tomarkirin. KCDP dibêje ev tablo nîşan dide ku gelek mirin bi awayekî bandorî nayên lêkolînkirin û gelek bûyerên şikbar nayên ronîkirin. Nûnera Stenbolê ya KCDP’ê, Şîrîn Yalincakoglu, dibêje ku daxwazên jinan ên ku ev bi salan e têne gotin nehatine bicîhanîn û nemaze nebûna sepandina mekanîzmên parastinê bi awayekî bandorî, bûye sedema windabûna jiyanên jinan.

‘Min dixwest di 8’ê Adarê de em li ser rêxistinbûna jinan biaxivin’

Şîrîn Yalincakoglu destnîşan kir ku di 8’ê Adarê de, li şûna ku ji kuştinên jinan an mirinên şikbar ên jinan biaxivin, dixwest ji rêxistinbûna jinan biaxivin û wiha pê de çû: “Min dixwest em ji windabûna mafên jinên karker biaxivin. Me dixwest em 8’ê Adarek ku em tê de ji destkeftiyan biaxivin, ku tê de temsîliyeta wekhev hebe û wekheviya zayendî ya civakî were pêkanîn pîroz bikin. Me dixwest em Roja Jinan a Cîhanê bi azadî pîroz bikin.”

Şîrîn Yalincakoglu diyar kir ku KCDP ji salên 2010’an ve li ser kuştinên jinan dane berhev dike û got ku ev daneyên di dîtbarkirina kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê de rolek girîng lîstiye. Şîrîn axaftina xwe wiha domand: “Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin ji sala 2010’an ve têgîna kuştina jinan anî rojevê û dane li ser vê mijarê berhev kir. Heta sala 2016’an me dît ku dewlet dane li ser vê mijarê nagire û ji ber vê yekê jî me fam kir ku ev kuştin dikarin werin astengkirin.”

Qanûna 6284’an

Li gorî Şîrîn Yalincakoglu, Qanûna 6284 ku piştî îmzeya Peymana Stenbolê hate derxistin, yek ji amûrên herî girîng ên qanûnî ye ku ji bo parastina jinan hatiye çêkirin. Lê dibêje pirsgirêk ne di hebûna qanûnê de ye, belkî di sepandina wê de ye. Şîrîn got ku “Piştî ku Peymana Stenbolê hate îmzekirin, derxistina qanûnek wiha ku jin û malbatê ji tundiyê diparêze, pir girîng bû. Ev qanûn tedbîrek pir parastî bû ji bo pêşîlêgirtina kuştinan. Dema ku jin dixwaze ji hev qut bibe, an jî naxwaze bi kesek re bimîne, an jî dixwaze li kolanan bi azadî bigere û rastî tundiya mêr were, di çarçoveya vê qanûnê de dikare biryara dûrkirinê were dayîn.”

‘Yên ku 6284 hedef digirin dixwazin sûcdaran biparêzin’

Şîrîn Yalıncakoglu diyar kir ku ger tundî zêde bibe, tedbîrên parastinê yên din jî dikarin werin sepandin û wiha got:“Ger asta tundiyê zêde bibe, dikare biryara nepenîbûnê were dayîn û navnîşana jinê were guhertin. Ger ev nebe jî, ji bo jinên ku naxwazin xwendin, kar ya jî jiyana wan were tevlihevkirin, li mêrê ku tundî dike kelepçeya elektronîkî dikare were sepandin.”

Lê li gorî wê, piştî ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê derket, di sepandina van mekanîzman de paşketinek girîng çêbû. Şîrîn got ku “Biryara dûrkirinê jî piştî ku ji Peymana Stenbolê hat derketin, ji bo demên kurt tê dayîn û li ser kesê ku tundî dike jî tu ceza nayê sepandin. Gelek dosyayên wiha hene. Roja ku biryara dûrkirinê diqede, roja din kesê ku tundî dike dikare vegere û wê jinê bikuje an jî tundî li ser bike.”

‘Jin hema wisa ji balkonan de nakevin û namirin’

Şîrîn Yalıncakoglu bal kişand ser zêdebûna mirinên şikbar ên jinan û got: “Jin bi xwe dema ku pencere paqij dikin an jî li malên ku bi tenê dijîn, ji balkonan an pencereyan neketine û nemirine.” Wê diyar kir ku di gelek mirinên şikbar ên jinan de lêkolînek bandorî nayê kirin. Li gorî wê, yek ji sedemên sereke yên kuştinên jinan û mirinên şikbar bêcezayî ye. Lewra Şîrîn dibêje: “Ji ber têgîna bêcezayiyê gelek mêr tên teşwîq kirin da ku jinê an jî zaroka xwe bikujin an jî wan kuştinan bi awayekî şikbar bihêlin.”
Li gorî daneyên platformê, mirinên şikbar ên jinan ji kuştinên jinan jî derbas bûne. Li gorî vê nêrînê, par nêzîkî 500 jin ji jiyanê hatin qutkirin.

Şîrîn Yalıncakoglu diyar kir ku dewlet divê jinan biparêze û bi van gotinan bidawî kir:“Karê dewletê ye ku li kêleka her welatiyê ku rastî her cûre neheqî û tundiyê tê, raweste. Divê zû tedbîr bên girtin. Divê vegerin Peymana Stenbolê û kesên ku ji ber tundiyê daxwaza parastinê dikin, bên parastin. Heta, ger gilî jî tune be, dema ku tundî hebe divê bi xweber tedbîrên parastinê bên sepandin.”