Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ banga bihîstyariyê kir

Li Îranê di xwepêşandanên ku li kolanan belav bûne de, dengê civakê yê li dijî cezayê darvekirinê bilindtir dibe. Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’, diyar kir ku xwepêşandanên tê kirin, dijderketinek e.

Navenda Nûçeyan- Kampanyaya ‘Sêşema na ji Darvekirinan re Na’ ya li dijî cezayên darvekirinê yên li Îranê hatiye destpêkirin, didome.

Kampanyayê, di daxuyaniya xwe de ragihand ku digel hemû polîtîkayên tepeserkirinê jî, ewê çalakiyên xwe bidomînin û destnîşan kir ku dengê nerazîbûnê yê li dijî cezayê darvekirinê ji girtîgehan belavî derva bûye. Di daxuyaniya ku hate diyarkirin li seranserê welat binpêkirinên li dijî kesên beşdarî xwepêşandanan dibin zêde bûye û xwepêşanderan bi awayekî girseyî tên binçavkirin de, bi deh hezaran kes hatine girtin û hêj gelek kes di bin çavan de ne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hinek kesên hatine binçavkirin bi sûcdariyên giran re rû bi rû ne û hinek jî bi xetera wergirtina cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Di daxuyaniya ku hate gotin, "Di vê çarçoveyê de, xeteriya ku cezayê darvekirinê mîna amûrekî gefa siyasî bikar tîne cidîtir bûye” de, hate diyar kirin berdewamiya xwepêşandanan dijderketinek kûr e.