Tevger û rêxistinên jinan tev li seferberiyê bûn
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe ta serferberiya giştî ragihandin.
Qamişlo- Li ser banga serferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo parastinê herêmê ragihandine, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn û ji aliyê endama endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo ve hate xwendin.
‘Em jin tu carî xaka xwe bernadin’
Gulîstan Gulo da zanîn ku wan ev daxuyanî li ser banga seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye kirin hatiye, dane.
Gulîstan Gulo got, ew vê bangê bi cih tînin û tev li seferberiya giştî dibin.
Gulîstan Gulo, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên li dijî jinan û gelê herêmê şermezar kirin û ev peyam da: "Em jin tu carî xaka xwe bernadin. Em ê gel û destkeftiyên xwe biparêzin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.