Ji Ewropayê heta Emerîkaya Latîn piştgiriya ji bo Rojava

Di daxuyanî û çalakiyên ku li Ewropa û Emerîkaya Latîn hatin lidarxistin de, bang hat kirin ku divê êrîşên li ser Rojava werin rawestandin û hevgirtina bi gelan re were mezinkirin.

Navenda Nûçeyan-Li dijî êrîşên li ser Rojava ji Rojhilata Navîn, heta Ewropa û Emerîkaya Latîn û diasporayê, li gelek welatan, protesto û daxuyaniyên ji bo piştgiriyê didomin. Bi daxuyanî û çalakiyan, bal hat kişandin ku mesele ne ewlekarî ye, polîtîkayek bi rêxistinkirî ya îmhayê ya ku pêşeroja gelê Kurd û îradeya jiyana wekhev a gelan hedef digre ye.

Lubnan

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Lubnanê bi meşeke girseyî piştgirî dan berxwedana Rojava û qirkirina li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Meşê ji Pira Kola heta ber navenda ESCWA ya NY’yê ya li paytexta Beyrûdê dest pê kir. Çalakvanan pankat û wêneyên komkujiyên li herêmê pêk hatine hildan.

Li pêşiya navendê meş veguherî mitîngê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û PYD’ê axivîn. Axaftvanan, gotin divê êrîş rawestin û civaka navneteweyî berpirsiyariya parastina welatiyan bigre ser xwe.

Çalakî bi daxuyaniyek ji aliyê Kurdistaniyan ve bi dawî bû. Di daxuyaniyê de êrîşên hevbeş ên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang hat kirin ku demildest êrîş werin rawestandin.

Di dawiyê de şandeyek ji Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê ya Lubanê û nûnerê Rêveberiya Xweser peyamek radestî cîgira NY’yê ya li Lubnanê Şadiya Ebdullah kir, da ku daxwazên gelê Kurd di civînên navneteweyî de werin vegotin.

Atîna

Kurdistaniyên li Atînayê dijîn û dostên wan, îro di saet 15.00’an de li Qada Syntagma ya li pêşiya parlamentoya Yewnenistanê hatin ba hev û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atînayê hat lidarxistin û rêxistinên demokratîk ên li dijî êrîşên dewleta Tirk û Sûriyeyê yên li ser Rojava, Nûnertiya PYD’ê, Înîsiyatîfa RiseUpForRojava ya Atînayê û gelek şoreşgerên Tirkiyeyî beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinên çalakiyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser welatiyên sivîl ên li Rojava sûcên şer in. Hat îfadekirin ku berpirsiyarên êrîşên berbehs di serî de dewleta Tirk a piştgiriyê dide çeteyan û hêzên navneteweyî yên ku êrîşkariya Hikûmeta Demkî ya Şamê rewa kirine.

Her wiha hat ragihandin ku di çarçoveya çalakiyên bênavber de wê her roj li deverên cuda ên Atînayê êrîşên li ser Rojava werin protestokirin.

London

Li Londonê bi deh hezaran Kurdistanî li ber avahiya Serokwezîriyê civiyan û li dijî êrîşên komên çete yên mîna HTŞ’ê û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker çalakiyek mezin li dar xistin. Çalakgeran banga tevgerê li hikûmeta Brîtanyayê kirin û diyar kirin ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li ser rûmeta mirovahiyê ne. Polîsên Îngilîz xwestin pêşî li meşê bigrin lê bi hezaran kesan bi çalakiya rûniştinê riyên navenda Londonê li trafîkê girtin. Gel bi alên YPG, YPJ û Ala Kurdistanê heta ber avahiya parlamentoyê meşiya û nerazîbûna xwe nîşan da.

Îskoçya

Li paytexta Îskoçya Edinburghê, bi hezaran Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û silavkirina berxwedanê meşeke girseyî lidar xistin. Girse li ber Konsolosxaneya Amerîkayê civiya û bi dirûşm û daxuyaniyan ber bi Parlamentoya Îskoçyayê ve meşiyan.

Emerîkaya Latîn

Rêxistina Poder Popular a Arjantînê bi daxuyaniyek piştgirî da berxwedana Rojava ya li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û DAIŞ'ê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk digrin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat wiha hat gotin: "Em weke rêxistina Poder Popular a li Arjantînê, li hemberî bûyerên giran ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li axa Rojava diqewimin, xemgîniya xwe û piştgiriya xwe ya dilsoz nîşan didin. Li gel ku peymana agirbest û 'entegrasyonê' jî hatibû ragihandin, êrîş domiyan. Wekî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandine, li Eyn Îsa, El-Şedadê û Reqayê û heta li derdora zindana El-Aqtan a ku endamên DAIŞ'ê tê de tên girtin, şerê çekdarî qewimîne. Ev rewş ji bo hemû herêmê rewşeke pir xeternak diafirîne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berxwedana Rojava ne mijareke herêmî ye. Ev dozeke navneteweyî ye. Yek ji wan ezmûnên herî pêşketî yên xwerêvebirinê, jiyana hevbeş a gelan û rizgariya jinan di xeterê de ne. Em ji Arjantînê bang dikin: Bêdengiyê bişkînin, bûyerên ku diqewimin belav bikin û piştgiriya çalak a bi gelê Rojava re xurt bikin.