Banga seferberiya giştî: Ji bo Rojava rabin ser piyan
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku bêdengiya li dijî êrîşan hevkariya sûc e û banga seferberiya giştî û hevgirtina kûrewî kirin.
Navenda Nûçeyan- Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku pabendî seferberiya giştî ne û banga çalakiyên piştgiriyê yên ji bo berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê Kurd ku duh DAIŞ têk bir, îro roj xwe li cihekî dibîne ku divê parastina hebûna xwe bike, ji ber ku rastî pêngaveke plankirî tê ku xak, mirov û vîna wî ya azad armanc digire.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em seferberiya giştî radigihînin û em tevlêbûna vê seferberiyê wek erkeke exlaqî, mirovî û siyasî dibînin. Her wiha em tekez dikin ku hemû rêyên tevgera aştiyane rewa û vekirî ne, her wekî meş, xwenîşandan û daxuyanî ji bo aşkerakirina sextebûna siyasetên navdewletî.
Em doza tevgera gel a aştiyane ber bi sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, birêxistinkirina meş û çalakiyên cemawerî li navendên paytextên ewropî û cîhanê, diyarkirina şermezarî û fişarê li pêş parleman û saziyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî, pêkanîna pêngavên çapemeniyê yên berfireh û hemaheng ku van siyaset, komkujî û bêdengiya navdewletî aşkera bikin û rastiyê şanî raya giştî bikin.
Bêdengiya cîhanê îro roj ne bêalîbûn e, lê ev bêdengî şirîkatiya di vî sûcî û vê tawanbariyê de ye.”